Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên 2020-03-04 10:56:46 WAN - Yek ji bajarên ku bûye rawestgeha penaberan, bajarê Wanê ye. Penaberên ku ji Afganîstan, Pakîstan û  Îranê tên Tirkiye û derbasî Ewropa dibin ewil berê xwe didin wanê û li vir bi cih dibin. Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Prz. Jiyan Ozkaplan, diyar kir ku ev penaberên ji şer û tundiyê direvin, di rêde rastî tundiyê tên û wiha got: "Herî zêde jin rastî tundiyê tên. Li welatê xwe davêjin stara wan jî rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên."  Her sal bi sed hezaran mirov ji ber şer, tundî û zextên dewlet û hikûmetan ji cih û warên xwe koç  dikin û dibin penaber. Yek ji welatê herî zêde dibe wargê koçber û penaberan jî Tirkiye ye. Hem welatiyên Tirkiye koçî welatên Ewropa dikin, hem jî welatiyên Sûriye, Iraq, Îran, Pakîstan, Afganîstan û welatên din ên ji şer, tundî, qeyrana aborî û zextên hikûmetê direvin ewil berê xwe didin Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê jî yek ji bajarên dibe wargeh û rawestgeha penaber û koçberan Wan e. Penaberên ji cih û warên xwe koç dikin, rastî tacîz, tecawiz, tundî û neheqiyên giran tên. Di nava penaberan de herî zêde jin rastî tundiyê tên. Jinên ku bi heviya xwe bigînin cihekî ewle, hezar zor û zahmetiyan didin pêş çavên xwe û dikevin rêya talûke.  Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Prz. Jiyan Ozkaplan, anî ziman ku ev komên benaber beriya koç bikin û piştî koç dikin li welatê xwe davêjin stara wan, rastî tundiya fîzîkî û tundiya zayendî tên."    Ozkaplan, anî ziman ku li Tirkiyeyê piraniya penaberan ji welatiyên Sûriyê pêk tên û wiha got: "Jin ji ber nijadperestiyê rastî hedefê tên. Gelek penaberên jin û zarok her roj rastî tacîz û tecawizê tên. Li wan zextan dikin ku bibin karkerên seksê. Dîsa ji jinên penaber tê xwestin ku bi zorê bi kesên naxwazin re bên zewicandin.  Penaberên ku ji şer û zilmê direvin, dîsa li welatê lê dibin penaber jî rastî tundiya fîzîkî û zayendî tên."    Ozkaplan, destnîşan kir ku nêviyê penaberan ji jinan pêk tê û herî zêde jin û zarok rastî tundiyê tên û wiha got: "Jin û zarok dema ji şer û tundiyê direvin li welatê lê bi cih dibin jî dîsa rastî tundî, tacîz, tecawiz û îstîsmarê tên.  Keda wan tê xwarin. Zor li wan tê kirin ku karê fuhûşê bikin. Bi zorê ducanî tên hiştin. Dema sînor derbas dikin, komên çete û rayedarên sînor êrîşa zayendî dikin. Dema vedigerin jî rastî êrîşên fîzîkî û zayendî tên. Li Rojhilata Navîn mirov jin be zahmet e. Ev rewş ji bo jinên penaber bêtir zor e. Mixabin her roj em bi cînayetên jinan hişyar dibin. Li welatê me jinên penaber bêtir rastî zor û zahmetiyan tên. Kolan vê rewşê îspat dikin. Em gelek bûne şahid ku li kolanan jinên penaber rastî tacîzê tên. Lê di aliyê darazê de welatê me paşve maye."    'DIVÊ LI GORÎ PEYMANA 1951'AN TEDBÎR BÊN GIRTIN'   Ozkaplan, anî ziman ku li gorî peymana Îstanbul û Peymana 1951'an divê mafê jinan bê parastin û ji bo vê yekê tedbîrên pewizt bên girtin û wiha lê zêde kir: "Li gorî peymana Cenevre ya 1951'an, divê hemû mafên jinan bê parastin. Kesên mafê wan tê binpêkirin û rastî talûkeya zilmê tên, divê li gorî hiqûqa vê peymanê gav bên avêtin. Divê statuya penaberan bê dayîn û mafê wan bê parastin. Tirkiye bûye alîgirê peymana Cenevre. Divê li gorî Peymana Îstanbul û Cenevre gavan bavêjin û berpirsiyariya wê pêk bînin."    Ozkaplan, herî dawî xwest jin di aliyê aborî û polîtîk de bên xurtkirin û xizmetên perwerdehiyê bên dayîn. Dîsa têkildarî mafên hiqûqî û mafên din de xizmet bê dayîn daxwaz û gotina jinê esas bê girtin.    MA / Ozlem Yayan