Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim 2020-03-05 09:18:44 DERSIM - Li navçeya Pulurê Aysel Gîdrîk, ji xwe re tezîxaneyek biçûk vekiriye û şelwar, çente hwd. didirû û pê debara xwe dike. Her çend Gîdrîk jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtiye, lê dîsa jî dibêje ew ê dev ji hilberînê bernede.  Li navçeya Pulur a Dersimê Aysel Gîdrîk a 51 salî, ji xwe re terzîxaneyek biçûk vekiriye û 6 sal in li terzîxaneya xwe şelwar, çente û berên din çê dike û difiroşe. Her wiha ligel terzîxaneyê li gundê Elgaziyê jî çayxaneyeke wê ya biçûk heye. Gîdrî, diyar dike ku ji ber krîza aborî topa qumaş bûye 300 TL, lê belê dilê wê tuneye ku dikana xwe bigire û dev ji hilberînê berde.    'NAXWAZIM BIGIRIM'   Gîdrîk, anî ziman ku 3 sal in ji ber krîza aborî esnaf perîşan bûne û got, ji ber ku fiyetê qumaş biha bûye niha bi qumaşên heyî îdare dike. Gîdrîk, got: "Sibê dusibe wê ew jî biqedin. Gava qumaş tunebe nikarim tiştekî jî çê bikim. Dixwazim dikana xw ebigirim. Par min li gund çayxaneyek vekir. Şelwarê çê dikim jî li wir difiroşim. Her kes dibîne ku Tirkiye di warê aborî û civakî d eketiye çi halî. Rayedar dibêjin em ê destekê bidin gundan û dibêjin em projeyan çê dikin. Lê heta niha me tu îcraata wan nedîtiye. Par çûm qeymeqamtiyê min got hindik maye top bavêjim û min xwest aliyê min bikin. Ji min re gotin, 'derfetên me jî tunene.' Bila piştgiriyê bidin. Ji ber krîza aborî mirov bêzar bûne. Her roj mirov întihar dikin. Êdî mirov rewşa heyî tehemûl nakin, nikarin bikin."   'EZ Ê DEV JI HILBERANDINÊ BERNEDIM'   Gîdrîk, anî ziman ku li cîhanê herî zêde jin bandorê ji şer û krîzên aborî digirin û got, berê li Pulurê hejmara esnafên jin pir bû, lê belê ji ber krîza aborî hinan jê top avêtiye. Gîdrîk, destnîşan kir ku pêdivî bi pergaleke îstihdamê heye û got: "Em jin xwe bi xwe derfetan biafirînin jî lê belê pergal pêşî lê digire. Berê min saet di 6'ê sibehê de terzîxaneya xwe vedikir, lê niha saet di 11'an de vedikim. Ev rewş jî nîşan dide ku ka krîza aborî çawa ye. Tiştên xwe bi erzanî difiroşim, lê dîsa jî mişterî nerazî ne. Lê heta ji destê min bê ez ê dev ji hilberandinê bernedim. Nebe ez ê li malê bikim, lê ez ê nehêlim keda min bê xwarin."    Gîdrîk, anî ziman ku ew jin pir kedkar in û got: "Karên ku mêr dikin heger jin bikin wê bi ser bikevin. Bawerim heger niha jinan Tirkiye bi rê ve bibirana, wê halê welêt ne ev hal bûna. Çimkî jin hesabê xwe baş dikin. Ji bo em daxwazên xwe yên li dijî krîza aborî û kedxwariyê biqîrin divê em tev li 8'ê Adarê bibin. Ez her sal tev li 8'ê Adarê dibim. Ne tenê ji bo xwe, ez ê daxwazên jina hemûyan biqîrim."    MA / Ayşe Surme