Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir 2020-03-08 12:18:52   WAN - Li Wanê, ji bo şahiya ku bû fînala çalakiyên 8'ê Adarê bi sedan jin hatin gel hev. Şahiya ku coş le hakim e, bi govend girtina jinan berdewam dike.    Li Wanê, şahiya fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi rojan e Tevgera Jinên Azad (TJA) amadekariya wê dikir, dest pê kir. Şahî, bi şîyara "Em berxwanê bi rêxistinê dikin, ber bi azadiyê ve diçin" li eywaneke dewetê ya li bajar tê lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Bajaran, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazez Orhan, Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, endamên Kongreya Civaka Demokratîk û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn.    Jin bi kincên xwe herêmî yên bi rengên xemrî û spî tevlî şahiyê bûn û bi tilîlî û çepikan li ber kilamên ku dibêjin govend digirin. Jin timikdûrişmeya "Jin jiyan azadî" berz dikin û coşa li şahiyê her ku diçe zêdetir dibe.   Li aliyê din li eywana ku şahî lê tê lidarxistin pankartên mîna "Jinên ciwan tirsa faşîzmê pêşenga berxwedanê ne", "Jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe tê hezkirin" , "Em di azadîyê de bi israr di tekoşînê de bi biryar in" û "Em berxwanê bi rêxistinê dikin, ber bi azadiyê ve diçin" bal dikişînin.    Dê şahî bi axaftina parlamenterên HDP'ê berdewam bike.