'Berxwedan her didome' 2020-05-28 09:24:57 ENQERE - Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer, bal kişand ser guhertina "Efûya bi rêya zewacî" û wiha got: "Jin ji sala 2016'an heta niha li dijî vê guhertinê têdikoşin. Em bang li AKP'ê dikin têkoşîna me tu carî nehat rawestandin û dê her bidome."    Îqtîdara AKP'ê, dixwaze 'Efûya bi rêya zewacê" bîne meclîsê û jinên mexdûr bi tecawizkarên wan re bizewicîne. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûnên jinan zêde ne. Her roj jin li dijî vê hewldana AKP'ê li kolaan daxuyaniyê didin çapemeniyê. Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer, têkildarî hewldana AKP'ê anî ziman ku wan ji serî heta niha li dijî vê polîtîkaya AKP'ê dengê xwe bilind kiriye û dê ji niha û şûnde jî têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Uçer, destnîşan kir ku AKP ji sala 2016'an heta niha her dem dixwaze bersucan efû bike û li rêbaza efûya bersûcan digere û wiha got: "Bi salan me li kolanan li dijî vê hewldana hikûmetê li kolanan li ber xwe da. Ji niha û şûnde jî emê li ber xwe bidin. Em destûr nadin ku ev bibe zagon û di meclîsê re derbas bibe. Me li ber meclîsê li ber xwe da. Em ketin meclîsê. Niha AKP dixwaze di pêvajoya şewba vîrûsê de vê guhertinê bike û bertekên li dijî wê kêm bike. Zagona Înfazê jî bi vî şiklî derbas kirin. Bersûcên ku birîndar kiribûn, gef xwaribûn û suc kiribûn hatin berdan."    AKP'Ê VÎRÛS XIST HUNDIRÊ MALÊ    Uçer, destnişan kir ku di vê pêvajoya şewba vîrûsa gerdûnî de bersûc berdan û vîrûs ji girtîgehê derxist xist hundirê malê û wiha got: "Em bang li AKP'ê ya ku dixwaze îstîsmarkaran efû bike dikin. Pêdiviya me tune em amadekariya berxwedanê bikin. Ji ber ku em her dim li ber xwe didin. Pergala heyî bi polîtîkayên neo-lîberal, li aliyekî dijminantiya jinê dike, li aliyê din xweza û ekolojiye talan û wêran dike. Tora Parastina Jinan, li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê û li dijî kedxwarîyê, ji bo parastina ekoloji, tenduristî, hiqûq û gelek mafên din bi komên cuda re niqaşan dimeşîne. Dixwazin jinan bi betali û birçîbûnê terbiye bikin. Jin xwedî tecrûbe ne. Em bi biryarin van tecrûbeyan li her qadê jiyanê mezin bikin û belav bikin. Daxwazên me pir zelal in. Em ê pratîkên ku jiyanê azad dike û piştevaniya jinê xurt dike pêş bixin. Ji ber vê yekê em dibêjin piştevanî dide jiyandin. Em ê parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Em hewl didin ku tevgera parastina cewherî ya Kolektif ava bikin. Em ê bi piştgiriya hiqûqî û derûnî li cem jinan bin."