Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin 2020-05-29 13:52:55   MÊRDÎN – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê daxuyanî da û banga berdana rêveberên Komelea Jinan a Rosa kir.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî girtina rêveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa ku nav de siyasetmedarên kurd jî hebûn daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Konfedarasyona SendÎkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrdînê hat dayîn û li gel pêkhateyên Platformê, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî civînê bûn.   'DIXWAZIN JIN Û CIVAK BÊDENG BIBE'   Endama Meclîsa Jinan a KESK’a Mêrdînê Gulîzar Îpek daxuyanî xwend û girtina 12 siyasetmedar û atkîvîstan bi bîr xist û wiha got: “Îqtîdara siyasî jinên ku li dijî her cûre tundiya li ser jinê derdikevin û azadiya zayendiyê diparêzin kiriye armanca xwe. Dixwazin peşkê li têkoşîna jinan bixin û wan bêdeng bikin. Binçavkirin û girtina jinan neheqî ye. Bi sûcên bêbingeh hatine girtin. Dixwazin peyama dê hin bêtir tundî li jinan bibe û zext li jinan were kirin didin jinan. Hemû xebatên yasayî û demokratîk kirine sûcdariya girtinê. Mafê wan demokratîk asteng kirine. Di şexsê siyasetmedar û aktîvîstên jin de dixwazin civakê bêdeng bikin. Em ê li dijî vê pergala ku tundî, feqîrî û zextan l pêş dixe li ber xwe bidin û em ê li gel jinên mafê wan tê binpêkirin bigirin. Em wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê dixwazin 12 siyasetmedar û aktîvîst demildest werin berdan.”