‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’ 2017-12-26 13:10:18 AMED - Karsaza Jin Ferda Cemîloglu a beşdarî civîna “Jinên Kurd Pêvajoyê Nîqaş dikin” bû, diyar kir ku yekîtiya neteweyî encax bi yekîtiya  jinan pêkan e. Hunermend Mîzgîn Tahîr jî, anî ziman ku ku dê bi yekîtiya jinan hemû wêrankirin û şerê li cîhanê çareser bibe.   Li Amedê di 23’ê Kanûnê de jinên kurd civîna “Jinên Kurd Pêvajoyê Nîqaş dikin” li dar xistin. Gelek jinên navdar beşdar bûn. Yek ji van jinan Karsaza Jin Ferda Cemîloglu bû. Cemîloglu, diyar  kir ku yekîtiya neteweyî encax bi yekîtiya jinan pêkan be û wiha axivî: “Jin neçarin di pêvajoyek wiha li hev kom bibin. Li hev kombûyîn deyneke wijdaniye. Berî her tiştî jin û zarok ji şer û êrîşên heyî bi bandor dibin. Dibe ku em nekarin demildest derfetên aborî û siyasetê sererast bikin. Lê em dikarin parçebûna dinava xwe de derbas bikin û birînên di dilen me de hatîn vekirin bipêçin. Em jin bixwe dikarin xetên xwe yên sor diyar bikin, li ser heman mijarê bibin yek û ev dê me bi hêztir bike.”   ‘HEMÛ JIN TÎRÊJÊN YEK HÊVIYÊ NE’   Cemîloglu, anî ziman ku jinên kurd ji berê de, bedelên giran dane û wiha got: “Lê ji ber vê yekê jî tim karîne ser piyan bimînin. Di pêvajoya heyî de pêdivî bi baweriyan nû hene. Hemû jin tîrêjên yek hêviyê ne, lê divê ev bibe yek. Wê demê dê enerjiyek mezintir derbikeve holê. Em bi enerjiyan xwe dikarin mîna nebatan fotosentez bidin avakirin.”   ‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI YEKÎTIYA JINAN PÊKAN E’   Cemîloglu, da zanîn ku divê ew hemû dilsarî û dabeşbûnên xwe li aliyekê deynin, ji bo yekîtiya neteweyî ya teqez bê avakirin, divê jin bên gel hev û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi dema kurd lobiyekê, yan jî tiştekê ava dikin, dijberên kurdan dibin yek, weke ku ev têrê nake, hem derve de hem jî hûndir de cudaxwaziyek derdikeve holê. Dibe ku em van qelişandin, bi yekîtiya jinan ji holê rabikin.”     ‘HEVDÎTINA JINAN DÎROKIYE’   Hunermenda Rojavayî Mîzgîn Tahîr ku ew jî beşdarî hevdîtinê bû, diyar kir ku jin ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin li hev civiyan û wiha axivî: “Hevdîtin dîrokî û girîng bû. Jinên kurd li ku derê dibin bila bibin xwedî vînin. Li cîhanê gelek pirgirkên mîna şer, kuştin û komkujiyên jinan hene. A herî girîng jî polîtîkayên tên meşandin, ji nêrîna jinan dûrin û bi hişmendiya zilam teşe digirin. Ji dîrok heya roja îro tim pergala desthilatdariya zilam ji hêz û zanebûna jinê tirsiyaye. Ji ber vê yekê tim li dijî jinê, amûrên zor û zehmet bikar anîne û azadiya jinê ya di civakê de asteng kirine. Polîtîkayên zilam, tim bi xwe re êş, azar, xwîn, rondik û bêhêvîbûn aniye. Ji ber vê yekê em jin, dibê bên gel hev û bi hevre pirsgirekan çareser bikin. Teqez ev pir girîg û bi nirxe.”        ‘HEMÛ ÊŞ YEKIN’    Tahîr, da zanîn ku di hevdîtinê de destpêkê pirsgirêkên yekîtiya neteweyî, siyasî, aborî, ziman û çandê hatin nîqaşkirin û wiha bilêv kir: “Ji bo van hemû pirsgirêkan divê mil bidin milê heve. Di warê ziman û huner de jin xwedî rolek pêşenge. Li hemû deverên cîhanê mirov bi ziman û çanda xwe dijîn. Gel netew ji ber ku bi zimanê xwe ne axivin, tune bûn. Ji bo em karibin zimanê xwe yê di hedefa pişavtin û qedexeyan biparêzin, cardin rol dikeve ser milê me jinan. Ji ber ku zarokên ku bi zimanekê neaxivîn, ew ziman miriye.”     Hunermend Mîzgîn Tahî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo em zimanê xwe bidin jiyîn û zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin, rola ku dive ser milê jinan divê bi cih bînin. Ez jî mîna hunermendekê kurd û dayîkekê hunera xwe bi kurdî çêdikim û xwe deyndar dibînim.”