Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye 2020-06-11 14:36:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Jin di çarçoveya kampanya "Têkoşîna jinan li her derê ye" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê daketin qadan û vê peyamê dan: "Heke li dijî destkeftiyên me êriş hebin yê me jinan jî biryardariya têkoşîn û berxwedanê heye."  Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî qeyûm, îstîsmar, yasaya înfazê û tundiya li ser jinan kampanya "Têkoşîna jinan li her derê ye" dabû destpêkirin û di çarçoveya vê kampanyayê de îro jin li gelek bajaran daketin qadan û daxuyanî dan.    MÊRDÎN   Meclîsa Jinan a HDP'a Mêrdînê li ber avahiya xwe bi beşdariya Parlamenter Pero Dundar û akîvîstên jin pankart vekir û daxuyanî da çapemeniyê.    Rêvebera HDP'a Mêrdînê Munevver Ulker daxuyanî da û diyar kir ku dewletan koronayê veguherandiye firsendê û li Tirkiyê jî AKP-MHP'ê pêvajoya pandemiyê veguherand firsendê û got: "Bi destê qeyûman îradeya gelê kurd tune hat hesabindin. AKP li dijî îradeya gel darbe pêk tîne û îradeya gelê kurd desteser dike û êrişan li dijî ziman û çanda gelê kurd pêk tîne. Bi êrişan dixwaze pergala me ya hevserokatiyê desteser bike. Lê têkoşîn û berxwedana me jinan li her derê li dijî van êrişan û tune hesibandina îradeyê li ser pêya ye."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    MÊRSÎN    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî di çarçoveya kampanyayê de li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Cana Yuce û aktîvîstên TJA'yê beşdar bûn. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Zelal Onen daxuyanî da û bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya parlementerên HDP'ê da û got îrdaya gel hatiye desteserkirin û ew ê li her deverê li dijî vê têbikoşin û xwe birêxistin bikin.    WAN    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê jî li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka Rêxistina HDP'a Wanê Oznûr Bartin û gelek jin beşdar bûn. û pankart û dovîz hildan.    Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Artemêtanê Şukran Şen daxuyanî da û desteserkirina îradeya gel bi bîr xist û got: "Li dijî îradeya gelê kurd û ziman û çanda wan darbe û êriş pêk hatine. Heke li dijî destkeftiyên me êriş hebin yê me jinan jî biryardariya têkoşîn û berxwedanê heye. Em ê li malê, li kuçeyhan, li Meclîsê, li kargehan, li her qadê jiyanê xwedî li mafên xwe xwedî derkevin. Em ê li dijî yasaya îstîsmarê bêjin efûya îstîsmarê nabe."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên " Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.