Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin

  • jin
  • 16:56 22 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li Mêrdîn û Edeneyê ji aliyê jinan ve çalakî hatin lidarxistin. 
 
Meclisa Jinan a HDP’ê û platformên jinan, Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li Mêrdîn û Edeneyê çalakî li dar xistin. Li Mêrdînê jin li Avahiya HDP’ê ya Bajar hatin gel hev. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî. Dundar, diyar kir ku ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe têdikoşin û ji bo meşa jinan ku dê li Qoserê li dar bixin banga beşdariyê kir. 
 
EDENE
 
Meclisên Jinan ên Edeneyê û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, ji bo 15’ê Mijdarê li Parqa Ataturk daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Endama Meclisên Jinan Dûygû Baytekîn, axivî û diyar kir ku her roj ji aliyê zilaman ve jin tên qetilkirin û ev tişt got: “Ji bo rawestandina tundî, bêcezahiştin, mirinên biguman û cînayetên jinan em ê Peymana Stenbolê pêk bînin.”