Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket

  • jin
  • 10:11 1 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYNA -  Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê ku her meh li  Ewropayê tê weşandin, bi manşeta "Dîktator tê dariznadina!" derket. 
 
Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê ku her meh li  Ewropayê tê weşandin, bi manşeta "Dîktator tê dariznadina!" derket pêşberî xwînêran. Rojnameyê bal kişand ser rojevên jinan ên sala 2020'an û kampanyeya "Ji bo darizandina dîktator 100 sedem" a Tevgera Jinên Kurd ên li Awropayê (TJK-E) ya di 25'ê  Mijdarê de, dabû dest pê kirin, derxist manşetê. 
 
SUCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
 
Kampanya ku darizandin û cezakirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hat destpêkirin, ji aliyê Nîlay Egelî û Gulistan Çiya Îke ve hat nirxandin. Nivîskaran bi bîr xistin ku yekemcar e, ji ber sûcên ku li dijî jinan kiriye daxwaza darizandina dîktatorekî tê kirin û destnîşan kirin ku yek ji armancên bingehîn ên kampanyayê ew e ku "femînîcîd" weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin.
 
Nivîskar Dilzar Dîlok jî, bal kişand ser mijarên kêrhatî yên ji bo jinan ên sala 2020'î û diyar kir ku ligel nebaşiyên mezin ên di sala 2020'an de qewimîn her wiha encamên bedew ên ku li dîroka berxwedanê bên nivîsandin, hatine bidestxistin.
 
DAYIKEK ELMAN
 
Sîmten Coşar jî mijara kurtajê nirxand ku yek ji mijarên bingehîn ên rojevê ye. Ji bo vê jî destnîşan kir ku pêwîstî bi polîtîkayeke femînîst heye.
 
Ji nivîskarên rojnameyê Zerya Gul têkildarî pêvajoya pêşketina dîrokî ya zayendîparêzî, nasname û xwezaya jinê rêze nivîseke lêkolînê amade kir.
 
Di rûpela Jineolojiyê de Rûken Aras "Atolyeyên Jineolojiyê" da nasandin. Li kategoriya aboriyê jî Çarçel Engîzek bal kişand ser keda azadîparêz a li dijî çerxa mêtingeriyê.
 
VÎNA JINÊ NAS NAKE 
 
Hevseroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya li ser karên komeleyê nivîsî, ku polîsan meha Gulana 2020'î avêtibû ser, komele girtibû û gelek endamên wê jî destgîr kiribûn.
 
Ji nivîskarên rojnameyê Bêrîtan Zagros bi gotara xwe ya bi navê "PDK vîna jinê nas nake" bal kişand ser polîtîkayên PDK'ê yên li dijî jinê. 
 
Roza Metîna jî bi sernavê "Koletiya modern û parastina mafên mirovan" nivîsî.
 
DAYIKEK ELMAN
 
Di hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê de bi lîstikvan, derhêner û şanoger Rûmet Beko re hevpeyvîn hate kirin.
 
Yek ji mijarên ku di hejmara nû de hate weşandin, hevpeyvîna Amara Dorşîn a bi dayikeke Elman a şoreşger re ye.
 
Di rûpelên portreyê de portreyên sosyolog û nivîskara femînîst a Awûstûryayî "Eva Marîa Cox" hate nîşandan.
 
Nivîsa bîranînê ya têkildarî Madûra Ûrmiye jî ji aliyê Rûhal Yildiz ve hate nivîsandin.