Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû

  • jin
  • 14:11 18 Kanûn 2020
  • |
img
ANTALYA - Platforma Jinan a Antalyayê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin karkera çandiniyê Altin Erdogan a ku rastî tundiya karsaza jin hat û çavekê xwe winda kir. 
 
Platforma Jinan a Antalyayê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa karkera çandiniyê Altin Erdogan a rastî tundiyê hat û çavekê xwe winda kir, li ber Birdariya Attalos daxuyanî da çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankartên “Altin Erdogan ne bi tenê ye” û “Em li dijî nelirêtî û xizantiyê, têkoşîn û piştevaniya jinan mezin dikin” vekirin. Gelek jin û Altin Erdogan a rastî tundiyê hat, tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Li ser navê Platforma Jinan a Antalyayê Devrîm Mol, axivî û wiha got: “Li vî welatî tenê budçeya şer û budçeya zilam heye. Di budçeyê de, ne ji bo jiyanê, ne ji bo xweşiyê û ne jî ji bo jinan tu tişt nehatiye par kirin. Lê em dibin şahid ku ji bo xebatên kûrkirina newekheviya di navbera zeyendeyan de bûdçeya hatiye veqetandin. Ji bo çareserkirina pirsgirên gel, wê budçeyek ji Meclîsê neyê derxistin.” 
 
'ALTIN ERDOGAN NE BI TENÊ YE’
 
Mol, da zanîn ku AKP keda jinan dixwe û wiha got: “Pêvajoya pandemiyê herî zêde bandorê li jinan kir. Li Antalyayê karkera çandiniyê Altin Erdogan, rastî êrîşa karsaza jin hat û çavekê xwe winda kir. Ji ber Altin xwedî li mafê karkeran geriya rastî êrîşê hat. Çi dibe bila bibe, em tundiya li dijî Altin qebûl nakin û em li gel wê ne. Divê berpirsiyar bên tespîtkirin û cewayê pêwîst li wan bê birîn. Em heya dawiyê şopdarê vê bûyerê bin. Em ligel Altin Erdoganin.”
 
Erdogan, piştî daxuyaniyê spasiya jinên piştgirî dan wê û ligel wê cih girtin kir.