Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin

  • jin
  • 16:32 30 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE – Polisan, mudaxaleyî çalakiya jinên ku bi banga “Em ji bo Aylîn Sonmez, Selda Taş, Vesîle Donmez û hemû jinên hatine qetilkirin bêdeng namînin” hatin gel hev kir û 7 jinan binçav kirin. 

 
Meclisên Jinan, ji bo cînayetên jinan şermezar bikin xwestin li ber Şaredariya Çankayayê bên gel hev û çalakî li dar bixin. Polisan, mudaxaleyî çalakiya jinan a hat xwestin ku bi banga “Em ji bo Aylîn Sonmez, Selda Taş, Vesîle Donmez û hemû jinên hatine qetilkirin bêdeng namînin” bê lidarxistin kirin. Polisan, bi hinceta pandemiyê çalakiyê asteng kirin û 7 jinan binçav kirin.
 
Li ser fermana amîrê xwe polisan mudaxaleyî rojnamegeran jî kirin.