Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare

  • jin
  • 09:11 31 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Jinan destnîşan kir ku ê dibe sedema tahde û şideta li jinan tê kirin îqtidara AKP'ê ye û ji bo Sozer, Taş û Donmez a ku di heman rojê de hatin kuştin jî destnîşan kirin ku kiryarên wan daraza mêrî û kesên ku Peymana Stenbolê dane ber nîqaşê ne. 

Di 29'ê Kanûnê de li Stenbol, Meletî û Dîlokê 3 jin, di mehan rojê de, li pey hev hatin lkuştin. Li navçeya Maltepe ya Stenbolê, piştî kuştina Cîgira Dekan a Zanîngeha Aydin a Stenbolê Dr. Aylîn Sozer, li Meletiyê Selda Taş û li Dîlokê jî Vesîle Donmez hatibûn kuştin. 
 
Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku sedema sûcên li hemberî jin û zarokan polîtîkayên heyî ne.
 
NE 'ŞERM E', SÛC E
 
Endama Koordînasyona Rizgariya Jinan Nûpelda Çelîk, bibîr xist ku di sala 2020'an de nêzî 400 jin hatine kuştin û mêr vê cesaretê ji dewletê digirin. Çelîk got: "Mînaka herî berbiçav Wezîrê Karên Navxweyî ji Mûsa Orhan re bavtî kir û gotibû, divê kiryar neyên bêîtibarkirin. Heman wezîr ji zilamên ku tahde li jinan dikin re gotibû, 'tişta hûn dikin pir şerm e.' Tahdeya li jinê tê kirin ne şerm e, sûc e. Kuştina me ne şerm e, kuştin e. Tecawizkirin ne şerm e, tecawiz e. Ji ber ku Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an pêk nayê, em mecbûr in van tiştan biqîrin." 
 
MÊR DIKUJE, DEWLET XELAT DIKE 
 
Çelîk got: "Gava mêr çekê peyda nkin, radibin jinan dişewitînin. Derfetên xwe hemûyan bi kar tînin û jinan dikujin. Bi vê re kiryar tên xelatkirin. Rê û rêbazan nîşanî wan didin. Her kes dev ji hev du berde jî, dê ji hev du bi tenê nehêlin. Em ê nehêlin xiwşkek me jî winda bibe û em ê bitêkoşin. Em ê navê hev du jibîr nekin û qethiyen em ê bi tenê nemeşin." 
 
BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E 
 
Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Gamze Toprak jî diyar kir ku li welêt qirkirineke cinsî heye û berpirsiyarê vê jî îqtidara AKP'ê ye. Toprak, destnîşan kir ku mêr cesaretê ji dewletê digirin û jinan dikujin û got: "Kiryar di heman demê de darazê mêr e. Li welatekî ku edaleta zilaman hebe, zilam kuştina jinan wekî heq dibînin. Ên li ber tahde û şideta mêr dikin tevdîran nagirin, îqtidara ku dihêle li hemberî jinan sûc bên kirin, berpirsiyarê van komkujiyan e. Ên ku Peymana Stenbolê didin ber nîqaşê, jixwe hevkarên kujeran e. Îqtidara AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên dijminane, ji bo mêran dibe palpişt. Lê wê jin her tim li hemberî erka mêrî rabin. Dê her tim li ber xwe bidin. Em bang hemû jinan dikin ku dakevin kuçeyan û xwe biparêzin." 
 
EDALETA RAST 
 
Endama Partîzanê Sînem Ozkan jî sedema zêdebûna cinayetên jinan wekî "teşhîrkirina tahdeya mêr-dewlet" nirxand. Ozkan, bilêv kir ku ji be rku jin dengê xwe bilind dikin, îqtidar wekî talûkeyekê nêzî vê dibe û got: "Kiryar nayên darizandin, nayên cezakirin, tên berdan. Yanî dewlet kujerên jinan û tacizkaran diparêze. Em ne edalet mêr, em edaleta rasteqîn dixwazin. Em li kuçe, qad, mal û kargehên ku em lê tên kuştin zêde bibin û serhildana xwe bilind bikin." 
 
MA / Berna Kîşîn - Berfîn Karaman