Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên

  • jin
  • 11:47 1 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Endamên Kolektifa Jinan a Zanîngehê avahiya AKP'ê ya Enqereyê bi rengê xemrî boyax kirin. Endama Kolektifa Jinan a Zanîngehê Îrem Naz Çelîk, têkildarî çalakiyê got: "Eger em nikaribin rehet rûnên, sedema vê yekê AKP û hişmendiya dewleta mêrê serdest e. Eger em rehet rûnenên, divê ew jî rehet li paldanka xwe rûnenên." 

 
Jinên Endamên Kolektifa Jinan ên Zanîngehî, bi boneya di nava 2 rojan de kuştina 4 jinan a ji aliyêran ve şermezar bikin, di 30'ê kanûnê de avahiya AKP'ê ya Enqereyê bi rengê xemrî boyax kirin. Jinên ku avahiya AKP'ê bi rêngê xemrî boyax kirin, polîsan bi lêdanê ew binçav kirin. Jinên ku hatin berdan armanca çalakiya xwe û pêvajoya binçavkirinê vegotin. Endama Kolektifa Jinan ên Zanîngehî Îrem Naz Çelik, anî ziman ku bi armanca kuştina 4 jinan şermezar bikin, avahiya AKP'ê ya Enqereyê boyax kirin û wiha got: "Me bi boyaxa xemrî avahiya AKP'ê boyax kir. Lê polîsan em li ber bînayê kaş kirin û binçav kirin. Em bi muameleya xerab re rû bi rû man. Polîsên mêr destê me li pişt me kelepçe kirin. Dema polîsê mêr xwest ters kelepçe bike di hembêza min de rûnişt. Min got ev tacîz e. Lê gotin ‘Hûn ji derewan tiştan derdixin.' Dîsa dema me avahiya AKP'ê boyax kir, AKP'îyan em bi devkî tacîz kirin. Muamaleeya ku li qatil û tecawizkaran nakin li me kirin. Jinên ku kuştina jinan prodesto dikin û dibêjin 'em dixwazin bijîn' muameleyên xeral li wan tê kirin." 
 
EM Ê HESAB BIPIRSIN
 
Çelîk, da zanîn ku ew dê pirsîna hesap a ji qatîl û tecawizkaran berdewam bikin û wiha lê zêde kir: "Eger em rehet rehet nikaribin bigerin û rûnên sedema vê yekê AKP ye. Dewleta mêrê serdest e. Wê demê ew jî dê nikaribin rehet rûnên. Divê ew jî rehet rûnenên. Jin dê bi boyaxa xemrî helû qatîl û tecawizkaran boyax bikin. Divê tu kes di paldankên xwe re rehet rûnenên. Ji ber ku em tên kuştin. Mamosteyê me şewitandin û qetil kirin. Berpirsiyarê vê yekê mêr e. Dewleta rehetiyê dide mêran e. Îqtîdar e." 
 
EM ÇÛN HESAB BIPIRSIN
 
Endama Kolektifa Jinan ên Zanîngehî Leyla Mavîlî jî anî ziman ku ew çûn pesab bipirsin û wiha got: "Hemû jinên tên qetilkirin her yek jiyanek wan heye. Em ji vê rastiyê tên qutkirin û jiyanek biyanî dijîn. Divê hesabê van kuştinan bê pirsîn. Dema AKP’iyan pirsîn. Me got 'Em hatin hesap bipirsin' Lê em bi îşkenceyê binçav kirin. Dema me xwest jina polîs bê jî polîsê mêr em binçavkirin kirin û îşkence li me kir. Di binçavkirinê de li min dan û laşê min reş û şîn bû."  
 
Endama Kolektifê Zeynep Kut jî anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê îqtîdar û dewlet e û wiha got: "Em bi hovane tên qetilkirin. Li vir komkujiya zayendê heye."