Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir

  • jin
  • 09:49 5 Çile 2021
  • |
img
WAN - Qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê, Midurê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Bunyamîn Polat, tayînî Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê kir. 
 
Qeyûmên ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve tayînî şaredariyên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk Gelan (HDP) hatin kirin, mudaxilekirina miduriyet û yekineyên ji bo xizmet û polîtîkayên jinan hatine avakirin, dewam dikin. Qeyûman heya roja îro, gelek miduriyetên jinan girtin, bêerk hiştin û di heman demê de, xebatkarên jin di beşên cuda de bi peywir kirin. Bi vê yekê re, li hin şaredariyan, zilam tayînî yekîne û miduriyetên jinan hatin kirin û niha zilam rêveberiya xebatên jinan  dikin. 
 
COLEMÊRG Û BÊGIRÎ
 
Mînaka vê ya herî dawî jî, li Şaredariyên Colemêrg û Navçeya Bêgirî ya Wanê ku qeyûm bi rêve dibin hat jiyîn. Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê, berî demekê, Ayhan Tunç ê Midûrê Karê Çand û Civakî bû, ji bo Midûriyeta Xizmeta Jin û Civakê peywirdar kir. Qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê jî, di Civîna Meclîsa Şaredariyê ya meha Mijdarê ya sala 2020’an ku bi hin karmendên şaredariyê re li dar xist de, Midudirê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Bunyamîn Polat, ji bo Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê peywirdar kir. 
 
WÊ PEYWIRA XWE YA BERÊ JÎ BIDOMÎNE
 
Di biryara bi yek dengî hat qebûlkirin de, ev tişt hatin gotin: “Midurê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeya me Bunyamîn Polat bi şertê li ser peywira xwe ya eslî bimîne, di heman demê de ji bo Midudirê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê bi bervedarî hatiye peywirdarkirin. Li gorî madeya 49’emîn da  Qanûna Şaredariyê ya Hejmara 5393 ev yek pêşkêşî Meclîsê hat kirin û qebûl kirin.”
 
Di heman demê de, hat zanîn ku di civînê de, derbarê binyad û rêbazên bingehîn ên xebatên Miduriyeta Xizmeta Jin û Malbatê de jî, guhertinên nû hatine kirin. 
 
MA / Gokhan Altay