Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin

  • jin
  • 10:17 12 Çile 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Dayika 70 salî Hazal Sûncak a ku tevahiya jiyana xwe bi koçberî, zext, girtin û binçavkirinan derbas kir, ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir. Sûncak, diyar kir ku kurê wê yê nexweş jî di greva birçîbûnê deye û got: “Em ê vê bêdengbûnê qebûl nekin.” 
 
Gelê kurd ji avabûna Komarê ve li dijî zext, girtin, kuştin, binçavkirin, şewata gundan û koçberiya bi darê zorê, li her qadê li ber xwe didin. Yek ji malbatên kurd ên her tim rastî hemû awayên zextên dewletê hatine malbata Sûncak e. Malbata Sûncak a li gundê Tînate ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dijiya, ji ber zextên dewletê û pirsgirêkên xizaniyê neçar dimîne ku berî 57 salan koçî navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê bike.
 
ZEXTAN RÊYA GUND GIRTIN
 
Malbata ku hewl dide li Kadîfekale jiyana xwe dewam bike, di mehên zivîstanê de, diket ser rêya gundê xwe û dixwest biçe gundê xwe yê bi zorê terk kirî. Di salên 1990’an de, ji ber zêdebûna zextên dewletê gundê malbata Sûncak tê şewitandin û cerdevanî li gundiyan tê ferzkirin. Malbat ji wê rojê şûn de, nikare biçe gundê xwe. Li gel ku rêyên gund li malbata Sûncak tên girtin jî, dîsa zextên li ser ferdên malbatê bi dawî nabin.  
 
ZEXTÊN KU 57 SALIN DEWAM DIKIN
 
Malbat, bi avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) re di sala 1994’an de beşdarî xebatên partiya siyasî dibe û bi vê re zextên li ser malbatê zêdetir dibin. Malbata carek din dibe bi êrîş, serdegirtina  malê, binçavkirin û girtinê re rûbirû dimîne. Ya ku herî zêde para xwe ji êrîş û zextan digire Hazal Sûncak a 70 sali ye. Sûncak, 57 salên ku her tim rastî êrîş û zextan hatin vegotin.
 
‘JIYANA ME DIBIN ZILMÊ DE DERBAS BÛ’
 
Sûncak, diyar kir ku tevahiya jiyana wan dibin zilmê de derbas bû û wiha axivî: “Her tim zilm û zordarî me hat kirin. Mîna tayê porê min, bi ser mala min de girtine. Çi dema ku liv û tevgerek li Kadîfekale çêbe, bi hinceta ‘di mala we de terorîst hene, derbarê we de îxbar heye’ bi ser mala me de digirtin.”  
 
ZEXT HER TIM EYNÎ BÛN
 
Sûncak, bal ser serpêhatiya xwe û wiha got: “Di encama serdegirtina malê de, ez di sala 1997’an hatim binçavkirin û girtin. Ez 3 salan di girtîgehê de mam. Tu carî li dijî malbata min zext bi dawî nebûn. Zextên li ser me tu carî ne guhertin. Her tim eynî ne. Me jî her tim li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam kir.”
 
KURÊ WÊ YÊ NEXWEŞ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
 
Sûncak, da zanîn ku kurê wê Yilmaz Sûncak ji ber zextên li dijî malbatê di sala 1989’an de tevlî PKK’ê dibe û wiha rêz kir: “Kurê min piştî 4 salan hat binçavkirin. 50 rojan îşkeceyên herî giran lê kirin. Dûre girtin û cezayê muebeta giran lê birîn. Di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) navê kurê min heye. Nexwiyên wî yên giran hene. Niha li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, di greva bîrçîbûnê de ye. Peçenşêra tîroîtê bi kurê min heye. Dîsa nexweşiyên KOAH û şekir pê re hene. Êdî çavên wî baş nabîne. Ji ber ku di girtîgehê de nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî girantir dibe.” 
 
‘EM BÊDENGIYÊ QEBÛL NAKIN’
 
Hazal Sûncak, ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Em weke dayîkên zarokên wan di girtîgehan de ne, aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ji bo vê em têkoşîna xwe dewam bikin. Em li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Divê tavilê tecrîd rabe. Zarokên me, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Em ê vê bêdengiyê qebûl nekin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal