Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?

  • jin
  • 10:14 14 Çile 2021
  • |
img

MERDÎN - Osman Ç. ê ji ber sûcê tecawîzkirina zaroka bi navê Z.Ç. dihat dariznadin û ligel rapora DNA’yê bi hinceta “gumana bireve tuneye” hatibû berdan. Xwişka Z.Ç. Pervîn Şîşman, bertek nîşanî berdana Osman Ç. da û pirsa “Ev edaletek çawane?” û banga girtina bersûc kir. 

 
Di danişîna yekemîn a doza bûyera zaroka 17 salî Z.Ç. a di 2’yê Tîrmeha 2020’an de, ji Îsvîçre hat navçeya Qoser a Mêrdînê û rastî tecawîza apê xwe Osman Ç. hatibû duh hat dîtin. Bersûc Osman Ç., di danişîna yekemîn de hat berdan .  
 
MÎNAKA DNA’YÊ HEV GIRT
 
Di bûyera ku di îdîanameya ji aliyê dozger ve hatibû amadekirin de, hat destnîşan kirin ku agahiyên têkildarî cihê bûyerê yên di îfadeyên Z.Ç. hatin dayîn hev digirin û di Rapora Pispor a Krîmînal a hat amadekirin de jî, mînakên ji odeya Osman Ç. hatin girtin, bi mînakên DNA’yê yên Osman Ç. û Z.Ç. re hev digirin. 
 
BI ‘GUMANA BIREVE TUNEYE’ HAT BERDAN
 
Danişîna Z.Ç. duh li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Dozger di danişînê de xwest ku di çarçoveyê delîlan de cezayê herî giran li Osmana bê birîn û girtina wî dewam bike. Lê şandeya dadgehê berevajî daxwaza dozger, bi hinceta ku “gumana bireve tuneye” derbarê bersûc Osman de biryara berdanê da. 
 
PARÊZER WÊ ÎTÎRAZ BIKIN
 
Parêzerên Z.Ç. wê biryara dadgehê îtîraz bikin û daxwaz bikin ku ji nû de Osman Ç. bê gir4tin. Parêzerên Z.Ç. diyar kirin ku pêvajoya hiqûqî dewam dike û wiha gotin: “Delîlên di dosyayê de, ji bo girtina Osaman Ç. besin. Divê li gorî daxwaza dozger biryar bê dayîn. Em dixwazin ku dadgeh ji vê şaşiya xwe paşve gav bavêje.”
 
XWEST ÎNTÎHAR BIKE 
 
Xwişka Z.Ç. Pervîn Şîşman, derbarê mijarê de, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Biryara ku dadgehê derbarê  bersûc de da şeşe. Xwişka min piştî bûyerê, du caran xwest întîhar bike. Piştî berdana Osman Ç. xwişka min cara 3’yemîn hewl da întîr bike. Me xwişka min rakir nexweşxanê.
 
Şîşman, ji bo Tirkiyeyê pirsa “Ev welatek çawane?” kir û wiha bertek nîşan da: “Me baweriya xwe bi edaletê anî, lê bi biryara dadgehê re hemû baweriya me têk çû. Çawan dibe ku tecawîzkareke serbest berdin. Gelo ev edaletek çawane? Ligel her tiştî jî wê daxwaza me ya edaletê dewam bike. Em naxwazin jinên din bi heman rewşê re rûbibû bimînin. Ma dixwazin ku xwişka min bimire? Mîna Z.Ç. bi hezaran zarok û jin rastî tecawîzê hatine. Divê êdî ev bûyer ji holê rabin.”
 
 Şîşman, xwest Osman Ç. bi girtî bê darizandina û cezayê heq dike li wî bê birîn. 
 
 MA  /  Ahmet Kanbal