Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin

  • jin
  • 14:53 21 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Başaran têkildarî tecrîde got: ''Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê îşkenceyê û tune hesibandina kurdan." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyaniya çapemeniyê da. 
 
Başaran bal kişande ser greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulllah Ocalan û got: ''Tecrîd di şexsê Rêzdar Ocalan de ji Imraliyê dest pê kir û li tevahiya welêt hate berbelavkirin. Enecamên tecrîdê îro gel lê pêşî jin germegerma hîs dikin û dijî. Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê hejariyê. Tecrîd bû navê ku Tirkiye li qada navnetewî xwe îzole bike. Tecrîd li vî welatî bû navê êşkenceyê, navê tinehesibandina Kurdan.''
 
'DAXWAZA GIRTIYAN DAXWAZA ME YE JÎ' 
 
Başaran di berdewamiya axaftina xwe ya têkildarî gerva birçîbûnê de wiha got: "Girtiyên siyasî li nav çar dîwaran li dijî rêbazên êşkenceyê yên li ser wan û li dijî nehiqûqiya pakêta înfazê dengê xwe radikin. Dawî li vê kirina dermirovî bînin. Dawî li vê rêbaza êşkenceyê bînin. Girtî dibêjin 'Dawî li polîtîkayên êrîşkar û ewlehîxwaz ên li ser polîtîkayên Kurd bînin, tecrîdê rakin.'' Daxwaza girtiyên polîtîk daxwaza me ye jî, daxwaza gelê kurd e."'
 
Başaran derbarê xweparastina jinan a ji tundî û êrişan de jî wiha got: "Xweparastin meşrû ye. Di Qanûna Cezayê ya Tirk de jî xala bi navê parastina meşrû heye. Bi tinehesibandina vê, ji bo ku xwe parastine girtina jinan em qebûl nakin. Em careke dî bi bîr dixin, yek ji hêza me ya girîng a xweprastinê rêxistiniya me ye. Tam jî ji ber vê sedemê têkoşîna jinan a rêxistinî kirin hedef.''
 
'JI BER TÊKOŞÎNÊ EW GIRTIN' 
 
Başaran bal kişand ser girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û go: "Leyla Guven ne ji ber ku sûc kiriye hatiye girtin. Leyla Guven ji bo ku têdikoşiya, ji bo ku li dijî vê pergala zilam a serwer û yekreng têdikoşiya hat darizandin û girtin." 
 
MODELA ROJAVA
 
Başaran bi bîr xist ku alternatîfa pergala dij zilamserwer li Rojava hatiye danîn û got: "Em encamên ku vê yekê derxistine holê hemû bi hev re dibînin. Dema ku em li çend aliyên modêla Rojava dinerin ji ber ku bûye alternatîfa pergalê dibe hedef, ji bo ku pergala desthilatê dihejîne dibe mijara darizandinê. Binerin li Rojava bi pêşengiya jinan civakeke azad, ekolojîk û demokratîk tê avakirin."
 
DÊ TÊKOŞÎNA XWE GEŞTIR BIKIN
 
Başaran destnîşan kir ku ew ê di sala 2021'an têkoşîna azadiya jinan geştir bikin û got: "Em pê dizanin ji rewşa bêdadiyê ya darazê herî zêde jin karîger dibin. Herî pir jin ji tecrîdê, ji krîza aborî ya hêla koronayê karîger dibin. Destkeftî, destkeftiyên hemû jinan, yên femînistên li Tirkiyê, jinên sosyalîst û Tevgera Jina Kurd in. Em mecbûr in ku van destkeftiyên xwe biparêzin, dahatuya xwe ava bikin. Li dijî vê siyaseta şer û mêraniyê em bi hev re dikarin jiyana bi azadîxwaziya jinê û ekolojîk ava bikin.''