'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'

  • jin
  • 09:04 23 Çile 2021
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, anî ziman ku heya tecrîd ranebe wê polîtîkayên şerê taybet û tundiya li jinê tê kirin bidome û got: "Em ê bi kampanyaya xwe, hemû êrişan pûç bikin." 

Kampanyaya "Em xwe diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 15'ê Îlona 2020'an de li dijî tecrîdê, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz, êrişên li ser zimanê zikmakî û baweriyan dest pê kiribû, 4 meh li dû xwe hiştin. Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de mal bi mal digerin û li dijî zex û zoriyan behsa girîngiya xweparastinê dikin. 
 
PARASTINEKE PIRALÎ
 
Bîlgîn, anî ziman ku dê kampanyaya wan de nehêle ku jin bên qirkirin û wiha axivî: "Cinayetên jinan ên di demên dawî de, ne kêmî bîlançoya şer e. Pêvajo, pêvajoyeke ku tahde gur bûye. Her wiha êrîş li ser deverên ku piştgiriya jinan dikin jî hene. Qirkirineke dorfireh heye; fizîkî, derûnî, civakî û aborî. Dirûşmeya me ya 'Em xwe diparêzin' ne tenê parastineke fizîkî ye. Parastineke piralî ye. Parastineke ku dikare êrîşên li ser xweza, jin, zarok, heywan, rewşa civakiyî û aborî pûç bike." 
 
MAFEKE REWA
 
Bîlgîn, bal kişand ser rewşa Melek Îpekê jî û pê de çû: "Ji bo xwe û zarokên xwe biparêze, xweparastina xwe da der. Lê dewletê wekî xweprastinê esas negirt. Gava mêr dibêje, 'min hesûdî kir, min hez jê kir' cezayê wan tê kêmkirin. Lê çendî ku me di dîmenan de dît bê tahdeyeke çawa li Melekê hatiye kirin jî, ceza lê birîn. Xweparastin mafeke rewa ye."
 
Bîlgîn, ji bo bûyera tecaziwê ku li Mêrdînê kesekî tecawizî zarokekê kiribû û bi def û zirneyê ji girtîgehê derketibû jî ev tişt gotin: "Kîjan aqil û wijdan dikare kiryarekî tecawizê bi def û zirneyê pêşwazî bike? Tiştekî ku bi DNA'yê hatibe tespîtkirin çawa nayê cezakirin? Divê tu kesên xwedî nirxên mirovahiyê wê dîmena bi def û zirne jibîr neke. Li vî welatî tecawizkarek bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin. Îqtidara heyî behsa ehlaq û namûs dike, lê ya ku bû sedema vê dîmenê jî ew e." 
 
ŞERÊN ZAYENDΠ
 
Bîlgîn, destnîşan kir ku dê hewldanên îqtidarê ku dixwaze hemû têgihên derbarê jinê de vala bike, bi kampanyaya xwe pûç bikin. Bîlgîn, bal kişand ser têgiha "binemala dêtiyê" ku di biryara derbarê Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de wekî "nefretê" hatibû pênasekirin jî û wiha anî ziman: "Çavên wan lê ye bi qanûnine nû, bi têgehine nû her tiştî têxin nav çarçoveya cezakirin. Şer, êdî veguherîne şerên zayendiyê. Cezayê hatiye xwestin ji ber têgiha 'binemala dêtiyê' bê birîn, tenê ne li hemberî Leyla Guvenê, êrîşeke li hemberî xeta azadîxwaz a jinê ye." 
 
ÇÎROKINE DRAMATÎK
 
Bîlgîn, anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de hevdîtinê bi jinan re dikin û xebatên wan kuçe bi kuçe, mal bi mal dewam dikin. Bîlgîn got: "Em yeko yeo li deriyan dixin û jinan birêxistin dikin. Li pişt wan deriyan çîrokine pir dramatîk hene. Hin kes reşahiya li nav pişta xwe, şikestina serê xwe nîşan dide. Gava em vê xebatê dikin em diêşin. Em hewl didin rewşa ku tê de ne fêm bikin û bibin şirîkê derdên wan û pirgsirêkên wan çareser bikin." 
 
TECRÎD Û TAHDE 
 
Bîlgîn, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sîrayetî her deverên civakê kiriye. Bîlgîn, ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin jî ev nirxandin kir: "Em hewl didin bibin dengê jinên girtî û hemû girtiyan. Heya ku tecrîd ranebe wê polîtîkayên şerê taybet û tahdeya li jinê tê kirin bidome. Heya ku kampanya nêvengeke azad, wekhev, adil û bêşer neafirîne, em ê tu carî qadê ji tahde, taciz, tecawiz û talanê re bernedin. Rêya têkoşînê li zemîneke rêxistinbûyî hatina cem hev e." 
 
MA / Eylem Akdag