Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket

  • jin
  • 09:33 1 Sibat 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Hevkariya bêdawî ya bi Tirkiyeyê re wê dawî li PDK'ê bîne" çap bû..
 
Rojnameya Newaya Jin, hejmara meha Sibatê gihand ber destê xwendevanên xwe. Hejmara rojnameyê ya vê vê mehê bi manşeta "Hevkariya bêdawî ya bi Tirkiyeyê re wê dawî li PDK'ê bîne' hat weşandin. 
 
Di hejmara 191'emîn a rojnameyê de, hevpeyvîn bi Endama Konseya Hevserokatiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif re hatiye kirin. Yûsif pêşdîtinên xwe yên têkildarî şerê li Sûriyeyê parve dike û nîşan da ku têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re zerarê dide berjewendiyên neteweyî. Yûsîf di heman demê de qala girîngiya projeya neteweya demokratîk jî dike. 
 
Zerya Gul, Mûrîel Gonzales Athenas û Gulistan Îke jî, komploya navneteweyî, tecrîda li Gireva Îmrlaiyê û paradîgmaya çareseriyê ya civakî û azadîparêz a jinê nirxandine.
 
Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî, balê dikişîne ser kampên koçberan ên li Duhokê ku di demên dawî bi xwekuştina jinên Êzidî ketiye rojevê. Zagros, diyar dike ku têkiliya şêniyên kampê bi derve ve qedexe ye, mîna dîlgirtiyan e û destnîşan kir ku PDK bi navê koçberan alîkariyê ji hêzên navneteweyî digire û bi rêya birçîhiştinê hewl dide penaberan terbiye bike.
 
Rojnameyê têkildarî kampanya TJK-E'yê ya bi navê "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" cih da peyamên piştgiriyê yên tevgerên jinan ên ji Tirkiyeyê heta Elmanyayê, ji Meksîkayê heta Kolombiya û Arjantînê.
 
Sara Aktaş jî ku demek dirêj li zindanên Tirkiyeyê ma bû, qala îşkenceya 'lêgerîna tazî' kir ku di  mehên dawî ev kiryar timî di rojeva Tirkiyeyê de ye.
 
Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de, encamên polîtîkaya qeyûm ên li Tirkiyeyê, karên Yekîneya Jineolojiyê ya Mexmûrê tên vegotin.