TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî

  • jin
  • 16:38 2 Sibat 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê Viyan Soran a ku bi armanca komploya navneteweyî û tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike xwe şewitand, di salvegera çalakiya wê de bi bîr anî. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) ku bi armanca komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat û tecrîdkirina Ocalan şermezar bike di 1ê sibata sala 2006'an de xwe şewitandibû, di salvegera çalakiya wê de bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî. TJA'yê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federe ya Kurdistane hatiye dinê û di sala 1997’an de beşdarî PKK'ê bûye.
 
‘BÊ MIRIN BÛ’
 
TJA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku Viyan Soran di têkoşîna azadiyê de bi sekna xwe ya zana û bimoral tê nasîn û wiha got: “Viyan Soran di şeva 1’ê Sibata sala 2006’an de bi armanca komploya li Ocalan hatiye kirin xwe şewitand, tevlî karwanê azadiyê bû û bê mirin bû. 
 
TARIYÊ RAKIR Û KIR RONAHΠ
 
TJA’yê da zanîn ku çalakiya Viyan Soranê bi taybetî ji bo komplo û tecrîda li ser Ocalan bû, bi giştî jî tarîtiya ser gelê kurd û jina kurd derxîne ronahiyê bû. TJA’yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji şehadeta te heta roja me her zaroka kurd ku navê wê kirin Viyan, ji xeynî ‘Vînê’ bû sembola berxwedanê. Agirê ku ji bedena te bilind bû, têkoşîna azadiyê ya jina kurd ronî kir û hêj jî rêya me ronî dike. Em weke TJA'yê, Viyan Soran di salvegera şehadeta wê ya 15’emîn de bi rêzdarî bi bîr tînin û li pêşberî wê bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Bijî berxwedana me ya jinan. Berxwedan jiyan e.”