Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze

  • jin
  • 16:47 2 Sibat 2021
  • |
img
ANTALYA - Serdozgerê Komarê yê Antalya ji Melek Îpek ya ji ber parastina cewherî kir û girtî tê darizandin, cezayê girtîgehê yê muebetê dixwaze. 
 
Li Navçeya Doşemealti ya Antalyayê Melek Îpek li dijî Ramazan Îpek ê îşkence lê kir û tecawîzê wê kir, parastina cewherî kir û ew kuşt. Piştî Melek parastina cewherî kir, hat girtin û niha girtî tê darizandin. Melek Îpek di 9'ê çile de hatibû girtin. Serdozgerê Komarê yê Antalya lêpirsîna der barê Îpekê de temam kir. Dozgerî der barê Îpek de bi îdeaya "Bi zanebûn hevjînê xwe kuştiye" xwest heta heta bê cezakirin. 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalya îdeaname qebul kir. 
 
Danişîna ewil a Melek Îpek dê di rojên pêş de bê dîtin.