Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin

  • jin
  • 14:39 15 Sibat 2021
  • |
img
BALIKESÎR – Karsaz Fatîh Ûgûr ku Endezyara Medenê Canan Tosûn desteser kiribû û bi saetan tundî lê kiribû û gefa tecawizê lê xwaribû, li ser bertekên zêde hat binçavkirin. 
 
Karsaz Fatîh Ûgûr, Endezyara Medenê Canan Tosûn a li Girava Marmarayê di kaneke medenê de dixebitî, desteser kiribû û bi saetan tundî lê kiribû û gefa tecawizê lê xwaribû.  Li gel giliya wî hatibû kirin jî piştî binçavkirineke kurt hatibû berdan. Ji ber ku Tosûn tundiya li hemberî xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû û li dijî tundiyê gelek bertek çêbûbûn. Li ser van bertekên zêde karsaz Ûgûr dîsa hat binçavkirin.