Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan

  • jin
  • 14:22 6 Tîrmeh 2021
  • |
img

DERSÎM - Jinên Dersîmî, bertek nîşanî vexwendina bernameya “Veyvê Kitavu-5” ya lîstikvanê sînemayê Volga Sorgû ku bi gefên mirinê, şantaş û tundiya ser jinan hat rojevê da. 

Lîstikvanê sînemayê Volga Sorgû,  di sala 2019’an de bi gefên mirinê, şantaş û tundiya ser jinan hatibû rojevê. Jinên Dersîmî, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî vexwendina bernameya “Veyvê Kitavu-5 (Daweta Pirtûkan)” ya Sorgû daN. Jinan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nayê qebûlkirin faîlê tundiya zayendî bi dîmenên ku hunermend, rewşenbîr, rûspiyên civakê di nav de re were pêşkeşkirin.