Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe

  • jin
  • 09:15 8 Tîrmeh 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Zennûre Çelîk, serî li ber tahdeyê netewandiye û bi dû re dev ji hevjînê xwe berdaye. Çelîk, ji bo debara xwe bike êvarî xurdeyan berhev dike û bi roj jî li parkan çay û simîtan difiroşe. Lê heger xaniyekî wê çênebe, dê nikaribe zarokên xwe bîne cem xwe. 

Zennûre Çelîk a 25 salî, 3 sal in li Parka Ataturkê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê çay û simîtan difiroşe û pê debara xwe dike. 
 
Çelîk, gava 13 salî bûye bi zilamekî 16 salan jê mezintir re hatiye zewicandin û piştî zewciye ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê çûye Mêrsînê. Çelîk, di 14 saliya xwe de ducanî dibe. Ji bo mara wê ya fermî bê birîn temenê wê mezin kirine. Piştî vê bi sê salan Çelîk, di 17 saliya xwe de cardin ducanî dibe. 7 salan zewicandî dimîne û paşê dev ji hevjînê xwe berdide. Di 7 salên zewaca xwe de tim tahde lê tê kirin û ji ber vê tahdeyê pitika wê ji ber wê diçe. Çelîk, di sala 2018'an de hew deyax dike û dev ji hevjînê xwe berdide. 
 
Piştî dev ji hevjînê xwe berdide, malbata hevjînê wê zarokên wê jê distînin. Çelîk jî ji bo zarokên xwe bîne cem xwe li ber xwe dide. PIştî demekê hevjînê wê dest datîne ser xaniyê wê û eşyayên wê. Çelîk jî ji bo zarokên xwe bîne cem xwe, hevjînê xwe dide ber dadgehê. Gava hevjînê wê tê derdixe, dê Çelîk dev ji zarokên xwe bernede, li dadgehê dibêje zarokan qebûl nake. Dadgeh jî welayeta her du zarokan dide dayik Çelîkê. 
 
XIZANÎ
 
Piştî vê Çelîk, vê carê li ber xizaniyê têdikoşe û ji ber ku xaniyek wê tune ye zarokên wê li saziyan zarokan tên bicihkirin. 
 
Çelîk, niha ji bo debara xwe bi roj li parkê çay û simîtan difiroşe û êvarî jî xurdeyan berhev dike. Ji ber ku cihekî biçe tune bûye li Parka Ataturkê radiketiye û tenê xeyalek wê heye ew jî zarokên wê li cem wê bin. 
 
FIHÛŞ LÊ HAT FERZKIRIN
 
Çelîk, diyar kir ku ewilî ji ber ku cihekî pê de biçe tune bûye devjêberdanê taloq kiriye û bi salan xwe tenê hîs kiriye. Çelîk, bilêv kir ku gava tahde lê dihat kirin haya wê ji saziyan tune bûye ku serî li wan bide. Çelîk got: "Piştî min dev jê berda, du salan li parkan razam. Mala min êdî park bû. Gava li parkan radiketim, bi teklîfên xirab re rû bi rû mam. Hinan digot, 'were li barê bixebite.' Hinan jî digot, 'em ji te re xaniyekî kirê bikin.' Lê min li ber xwe da, qethiyen min serî li ber kesî netewand. Ez ji bo zarokên xwe dixebitim. Gava jinek bixwaze, dikare her tiştî bike. Min jî pir zehmetî kişand, lê min dev jê berneda. Heya zarokên xwe bînim cem xwe, ez ê bitêkoşim." 
 
Çelîk, diyar kir par Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê li nav parkê jê re dezgehek seyyar çêkiriye û li parkê esnafa jin tenê ew e. Çelîk, bilêv kir ku piştî dezgeha wê çêbûye, esnafên mêr ên li parkê ew qebûl nekirine û got: "Digotin, 'jin û li parkê bixebite.' Min guh neda wan. Ewilî min zehmetî kişand, lê niha gelek mişteriyên min hene. Nexasim jî jin û malbat tên ber dezgeha min." 
 
Çelîk, anî ziman ku dixwaze rojek berî rojekê xaniyekî wê çêbibe û zarokên xwe bîne cem xwe û got: "Heger zarokên xwe neynim cem xwe dibe ku dewlet wan bide hin malbatan. Ez naxwazim wan bidin hin malbatan. Gava diçim cem wan dibêjin, 'dayê tu yê kengî me bibî.' Êdî naxwazim zarokên xwe bixapînim. Êdî karek mi heye. Lê heger xaniyek min jî hebe dê dewlet zarokên min bide min. Qeymeqamtiyê ji bo demekê ez li otêlekê bi cih kirime. Bi vî pereyî nikarim xanî kirê bikim, qaweta min nagihê. Tenê dixwazim xaniyek hebe ji bo zarokên min."
 
Çelîk ji bo alîkariyê bang li saziyên jinan û rayedaran kir. 
 
MA / Esra Solîn Dal