Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê

  • jin
  • 17:45 26 Tîrmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Jinan bi pêşengiya TJA'yê li zozanên Mêrgên Sotî yên navçeya Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li zozanên Mêrgên Sotî yên navçeya Elkê jinan çalakî li dar xistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, Hevşaredarên navçeya Silopîya û bajaroka Gundikê Melê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Jinan beriya çalakiyê qederekê stran gotin û govend gerandin. Jinan bi dû re dest bi çalakiya xwe kirin û pankartên li ser "Dayîk pêşenga jiyanê ye, ji dayîkan re xelata herî mezin aştiyê" û "Têkoşîna jinê wê faşîzmê têk bibe, azadiyê bilind bike" nivîsandî vekirin. 
 
‘HETA OCALAN AZAD BIBE EM Ê TÊBIKOŞIN’ 
 
Di çalakiyê de ewilî li ser navê TJA’yê Meryem Eşkara axivî. Eşkara, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Em jin, heta Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Pişt re ji berîvanên ku ji zozanan hatin Husna Ataman jî beşdarvan silav kirin. 
 
‘ÊDÎ JINÊN KURD BÛNE HÊZ’ 
 
Herî dawî parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, destnîşan kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe û wiha got: “Lingê berxwedanê yê herî mezin dayik in ku ji bo ziman û azadiya xwe li ber xwe didin. Dayikên kurd li gel hemû êrîşan jî li ber xwe dan û em anîn van rojan. Êdî jinên kurd bûne hêz. Ji bo ku gele kurd tune nebe jin û ciwanên kurd bi hev re li ber xwe dan. Em bi berxwedana we serbilind in.”
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI VÊ BERXWEDANÊ DERKEVIN’ 
 
Îmîr, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha berdewam kir: “Piştî ku tecrîda Îmraliyê dest pê kir û hevdîtin qût bûn, desthilatê zextên xwe zêdekirin. Girtî ji bo tecrîd bê bidawîkirin ji 200 rojî zêdetir di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em ji bo azadiya civakê, divê xwedî li vê berxwedana ku bedel dide derkevin.” 
 
Îmîr herî dawî wiha got: “Em jin, em ê li xweza, nasname û têkoşîna xwe ya jinê xwedî derkevin û li ber xwe bidin.” 
 
Axaftin piştî berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedanan zindanan" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.