Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû

  • jin
  • 13:40 8 Tebax 2021
  • |
img
STENBOL - Zuleyha B. a li Kadikoyê dijiya, bi awayekê bi şik ket valehiya apartmana lê dijiya û bi giranî birîndar bû. 
 
Li Taxa Osmanaga ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, hemwelatiya Ozbekîstanî jina 40 salî Zuleyha B., bi awayekê bi şik ji qata 3’yemîn ket valehiya apartmana ku lê dijî û bi giranî birîndar bû. Li ser agahî dayînê ekîbên agirkuj hatin jina birîndar ji cihê ku ketibûyê derxistin. Ekîbên tenduristiyê yên sewqî cihê bûyer hatin kirin, Zuleyha B. rakirin nexweşxanê û dest bi dermankirina wê hat kirin. 
 
Polîsan derbarê bûyerê de, dest bi lêkolînê kirin.