Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin

  • jin
  • 16:54 9 Tebax 2021
  • |
img
WAN - Jinên TJA'yî, diyar kir ku komkujiyên jinan encama polîtîkayên bêcezahiştinê ne û ev tişt gotin: "Jiyan ku hûn hewl didin tarî bikin em ê bi têkoşîna jinan ronî bikin, wê jin qezenc bikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo balê bikişîne ser komkujiyên jinên ên li bajarên herêmê li ber avajiya HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek da çapameniyê. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka HDP'a Rêya Armûşê Canan Ûzûnay ve hat xwendin. 
 
KUJER TÊN PARASTIN
 
Canan Ûzûnay, diyar kir ku weke jin ew li dijî tundiya dewletê ya serwer a zilam jiyana biwate diparêzin û wiha got: "Li çar aliyê dinyayê jin li dijî polîtîkayên şerê taybet ê dewletên neteweyî têdikoşin. Li gel hemû îttîrazan jî desthilat mudaxaleyî deskeftiyên jinan dike. Azra Gulendam Haytaoglû ji aliyê Mûstafa Mûrat Ayhan ve bi awayekî hat qetilkirin. Dîsa Emîne Gokkiz mirî hat dîtin. Di 3'ê tebaxê de gumanbarê qetilkirina Aleyna Çakir Umîtcan Ûygûn rexmî bertekên raya giştî jî hat berdan û Esra Hankûlû qetil kir. Em careke din diqîrên ku kesên Ûygûn diparêzin jî hevkarê sûcê wî ne. Daxistina rewşa baş, efûyên giştî, bêcezahiştin binpêkirinên li dijî jinan meşrû dikin."
 
WE JIN QEZENZ BIKIN
 
Ûzûnay, bi bîr xist ku di encama binpêkirinên darazê de di 5 mehên destpêkê yên sala 2021'an de 126 jin hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: "Em doz din Îpek Er, Azra Haytaoglû, Gulistan Dokû, Aleyna Çakir ku em ê kesên jiyan û destkeftiyên jinan ji xwe re dikin hedef û kesên ku piştgiriya wan dikin teşhîr bikin. Em careke din diqîrên ku em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em bang li kesên ku jiyanê li me dikin jehr dikin; jiyan ku hûn hewl didin tarî bikin em ê bi têkoşîna jinan ronî bikin, wê jin qezenc bikin."