'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'

  • jin
  • 12:58 14 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di atolyeya "Di têkoşîna jinê de rola rêveberiyên herêmî" de axivî û got: "Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin."
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Meclîsa Jinan aPartiya Demokratîk a Gelan (HDP) atolyeya "Di têkoşîna jinê de rola rêveberiyên herêmî" de li dar xist. Atolye li Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) pêk hat. Pankarta "Di têkoşîna jinê de rola rêveberiyên herêmî" li eywana konferansê ya MMO'yê hat daliqandin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, ji gelek herêman gelek jin û Rêxistinên Civaka Sîvîl beşdarî konferansê bûn.
 
Başaran a ku axaftina vekirinê ya atolyeyê kir, da zanîn jinên li berxwe didin, dibin hedefa zihniyeta yekperest. Başaran, diyar kir ku dema ew derbasî pergala hevserokatiyê bûne zanîbûn dê desthilatdarî tenê wiha lê temaşe neke û wiha got: "Dema em dixwazin alternatîfê biafirînin zihniyeta desthildatdar a mêr li hemberî me disekine. Em ê êrişên AKP-MHP'ê jî bigirin ber çavan û em ê çawa rêveberiyên herêmî ava bikin em ê li ser vêya nîqaş bikin. Ji bo derbasbûyina sîstema hevserokatiyê me gelekî têkoşîn da. Îro ji ber vê têkoşînê Sebahat Tuncel, Figen Yuksekdag di girtîgehê de ne. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin."
 
'EM TÊKOŞÎNA XWE DEWAM DIKIN'
 
Başaran, bi bîr xist li sê derên pîlot wan dest bi siyaseta hevserokatiyê kirine û wiha domand: "Piştî me li Bazidê hilbijartin qezenc kir, me Navenda Piştevaniya Jinê ava kir. Di 2005'an de me têkoşîna kolektif a jinê kir û bi DTP'ê re em derbasî sîstema hevserokatiyê bûn. Aysel Tugluk a ev têkoşîn kir niha di girtîgehê de ye. Lê belê me dîsa têkoşîna xwe dewam kir. Me sîstema li cîhanê bi tenê ye meşand. Me li hemû şaredariyan sîstema hevserokatiyê da meşandin. Bi temsîliyeta ji sedî 40 ya jinê em partiya herî zêde ya parlamenterên wê yên jin hene ye. Em ê îro hem li ser tecrubeyên xwe hem jî li ser kêmasiyên xwe biaxivin."
 
'DIJMINÊN DESTKEFIYÊN JINAN E'
 
Ayşe Başaran, da zanîn her çiqas qeyûm tayînî şaredariya hat kirin jî, kesên hatibûn hilbijartin siyaseta bi gel re dewam kirin û wiha bi dawî kir: "Şaredarî ne tenê ji bo xizmetê ye di heman demê de ji bo avakirina demokrasiya herêmî jî serenaveke girîng e. Sîstema desthilatdar a dijminê destkeftiyên jinê heye. Bi tayinkirina qeyûman, girtina saziyên jinan xwestin xwe di warê sazîbûnê de pêş bixin. Ji bo me mafê xwe yê hevserokatiyê xwest derbarê me de doz vekirin. Em ê aliyên siyasî yên mêr biaxivin. Em ê qewirandina qeyûman a berî hilbijartinê biaxivin. Me şaredarî bar kir malan. Me dest jiyana mirovan da."
 
Piştî axaftinê atolye ji çapemeniyê re girtî dewam kir.