Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin

  • jin
  • 11:02 17 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Şakîre K. a ku keça wê ya 17 salî di nava kolanê de hat revandin, ji bo ku gilî bike çû qereqolê, lê bi hinceta “betlaneya cejnê” piştî 6 rojan serlêdana wê hat girtin. Şakîre K., 26 rojin li bendêye ku keça wê bê dîtin. 
 
Xwendekara lîseyê Aysel K. (17) a li Amedê bi malbata xwe re dijiya, roja 20’ê Tîrmehê, hin kesan pêşiya tasiya lê siwar bibû girtin, bi zorê ji taksiye peya kirin û revandin. Li gorî vegotinên malbat û şahidan, keça ciwan ji aliyê Omer Kiliç û bavê wî Mahmût Kiliç ve hatiye revandin û deste ser kirin.
 
Dayika keça ciwan Şakire K., piştî revandina keça xwe diçe Midûriyeta Navenda Polîsan a Şehîtlîk a Navçeya Yenîşehîrê û dixwaze gilî bike. Lê Miduriyeta Polîsan, bi hinceta “betlaneya cejnê” piştî 6 rojan serlêdana wê digire.
 
Dayik Şakîre K., tiştên hatin jiyîn vegot û wiha got: “Di 20’ê Tebaxê de, keça min bi hevalên xwe re diçe Parka Koşûyolû. Lê li vê derê ji aliyê hin kesan ve tengav kirin. Birayê wê vê yekê ferq dike, xwişka xwe li taksiyekê siwar dike û dişîne malê. Lê Omer Kiliç û bavê wî Mahmut Kiliç dûre pêşiya taskiyê digirin û bi zorê keça min di revînin.”
 
Şakîre, da zanîn ku wan nav, paşnav û nimareya telefona kesên keça wê revandin dan polîsan û wiha bilêv kir: “Polîseke li qereqolê li Mahmet Kiliç giriya û jê re got, ‘Xalê Mahmut, gelo kurê te gel te ye? Derbarê kurê te de îxbar heye.’ Mahmut Kiliç, da zanîn ku kurê wî zewiciye û ne li gel wî ye. Polîs dûre cardin lê geriyan, vê carê jî got kurê min winda bûye.”
 
Dayikê da zanîn ku ji roja ku keça wê hatiye revandin, xew ne ketiye çavê wê û wiha bang kir: “Divê ev yek gel wan ne mîne. Ji bo dîtina  keça min alîkariya min bikin. Keça min ji destê wan kesan xelas bikin.”