Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e

  • jin
  • 09:49 18 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Mahmoûda A. ku got "Li Afxanîstanê gava mirov jineke sekuler û aktivîst be, ev bi xwe navê dî yê dojehê ye. Mesele tenê ne ew e ku mirov biçe dibistanê an jî bixebite, heger hûn ne azad bin hûn nikarin bijîn" xwest gelên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dengên wan bibhîsin. 

 
Piştî Talîban cardin rêvebiriya welat bi dest xist, mafên jin û zarokên afxan cardin bi talûkeyeke mezin re rû bi rûman. Lewma gelek aktivîstên jin ji bo piştevanî û têkoşînê bang dikin. 
 
Mahmoûda A. ku li Afxanîstanê di warê jinan de dixebitî û ji ber ku bi xetereyeke mezin re rû bi rû ma koçî Ewropayê kir, destnîşan kir ku dê tu hikûmet alîkariya wan neke û bang li rêxistinên mafên mirovan û şoreşgeran kir. 
 
Mahmoûda A. ku 2 sal in li Ewropayê dijî, pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivandin. 
 
'XWESTIN MIN BIKUJIN'
 
Mahmoûda, anî ziman ku ji ber ku li Afxanîstanê bi xetereyeke mezin re rû bi rû maye çûye û Ewropayê û got: "Ez li Afxanîstanê di arê polîtîk de têdikoşiyam. Talîban û hin komên din ez nas kirim. Pê hesiyan bê ez kî me û bi awayekî aşkere ragihandin ku dê min bikujin. Hê jî rewşa min di talûkeyê de ye. Mecbûr man ji Afxanîstanê derkevim. Hatim Ewropayê. Têkoşîna xwe li vê derê didomînim. Hê jî ji bo gelê afxan û jinên afxan têdikoşim. Du sal berê gava ez hatim vira rewş pir ne xirab bû, lê niha pir xirab bûye. Gava ez hatim rêvebiriya hin bajaran di destê Hikûmeta Afxan de bû. Wê çaxê qismek Afxanîstanê di bin kontrola Talîbanê de bû. Welatê min bi qanûnên şerîatê bi rê ve dibirin. Lê niha rewş pir xirab e."
 
LI AFXANÎSTANÊ MIROV JIN BE PIR ZEHMET E'
 
Mahmoûda, destnîşan kir ku li Afxanîstanê mirovbûn bi xwe zehmet e, lê gava mirov jin be zehmetir e û got: "Afganistan'da insan olmak zor ama kadın olmak çok daha zor. Li Afxanîstanê gava mirov jineke sekuler û aktivîst be, ev bi xwe navê dî yê dojehê ye. Tişta jê re dibêjin Talîban, komeke mêr in û ji sûcên paşverû pêk tê. Naxwazin jin biçin dibistanê. Naxwazin jin bixebitin. Li gor wan jin, amûrek e û divê li malê be. Li Afxanîstanê heger hûn jin bin, ferqa we û qoltixekê ji hev tune ye. Ev tiştekî pir zehmet e. Niha jî îdia dikin ku dê van pîvanan sist bikin, dê jin biçin dibistanê û karibin bixebitin, lê qethiyen em ji wan yeqîn nakin. Jixwe mesele tenê ne ew e ku mirov biçe dibistanê an jî bixebite, heger hûn ne azad bin hûn nikarin bijînPolitik bir görüşü olan, seküler ve aktivist bir kadın olmak ise cehennemin diğer adı."
 
Mahmoûda, bilêv kir ku çendî rewş wisa be jî, lê hê jî li wir rêxistinên jinan ên femiîst hene û got: "Helbet nikarin bi awayekî aşkere bixebitin, lê xebatên xwe bi dizîka dikin. Li dijî Talîbanê şer dikin. Li wir hê jî têkoşîn didome. Hê her tişt ji bo me neqediyaye." 
 
Mahmoûda, ji bo rewşa dawî ya li Afxanîstanê got: "Rewş pir xedar e. Kes naçe kar, naçe dibistanê. Gava dertên derve nizanin dê çi derkeve pêşiya wan. Motîvasyoneke her kesî heye, ew jî xwe bigihînin balafirgehê. We dîmenên li balafirgehê dîtin. Ne mimkun e ku mirov bêçaretî û tirsa mirovên li wir bi pevan bilêv bike. Mirov ji bo birevin xwe rapelikîn balafirê. Li gor hevalên min û malbata min dibêjin, niha kuçe vala ne, lê hin kom hene dikan û bankeyan diêşlînin. Talîban jî îdia dike ku ew van koma nas nakin û ne hêzên wan in. Li Herat û Kandaharê hin jin hewl dan biçin dibistan û kar. Lê zilamên Talîbanê li ber deriyên zanîngehan e. Ji hemûyan re gotine 'Herin mala xwe rûnên' û ew paş ve şandine. Hatiye gotin li Kabîlê bijîşkên jin dikarin karê xwe bikin. Lê paşê dê çi bibe, nediyar e. Lê ez bi vê dizanim ji niha û pê ve dê li Afxanîstanê jiyan ji bo jinan bibe dojeh." 
 
BANGAWAZÎ
 
Mahmoûda, destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê, li Ewropayê û li seranserê cîhanê mirovên pêşverû, şoreşger û bi taybetî jî jin, ji bo Afxanîstanê dengê xw ebilind bikin û wiha bang kir: "Ji kerema xwe li ber pêkanînên hêzên emperyalîst rabin û dengên xwe bilind bikin. Wan rê hemû cîhanê bidin bê çi anîne serê mirovên me. Em doza alîkariyê li tu hikûmetan nakin. Em bang li gelên cîhanê dikin. Tu hikûmet ji bo mirovan tiştekî nake. Ji bo xwe dikin. Gelek welat li ser hev du daxuyaniyan didin. Her kes ji bo muzakereyê bang li Talîbanê dike. Em bang li gelên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û şoreşgeran dikin. Dengên me bibihîsin." 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose - Zemo Aggoz