Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn

  • jin
  • 11:48 19 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Aktîvîsta jinên Afxan Naîja Ashfarî, diyar kir ku ji ber ku jinên Afxan naxwazin carek din dibin zilma Talîban de bijî, dest bi berxwedanê kirin û got: “Şerê gelan, ji şerê dewletan bihêztire.”

Piştî ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Afxanistanê paşve vekişiyan, Talîbanê welat dagir kir. 
 
Talîbanê, di navbera salên 1996-2001’ân de, li Afxanistanê rêgezên şerîetê yên hişk pejirand û yek ji rejîmên herî zordar ên cîhanê li Afganistanê damezrand. Piştî 20 sal dagirkirina DYA-NATO’yê, Talîbanê cardin welat kir bin serweriya xwe. Ev yek bi rojane rastî bertek û nerazîbûnan tê.
 
Aktîvîsta mafên jinên Afxanîstanê Naîja Ashfarî ya ji ber zext û zordariya Talîbanê koçî Ewropayê kir û li wir têkoşîna xwe dewam dike, ji ajansa me re axivî û got: “Talîban hewl dide tevahiya welat bixe bin destê xwe. Talîban dixwaza hinek ji me bikuje, hinek ji me jî bike mîna xwe.”
 
NÊZÎKATIYA DYA’YÊ 
 
Ashfarî, da zanîn ku wan bertek nîşanî şerê ku Yekîtiya Soviyetê di sala 1979’an de li dijî Afxanistanê da dest pêkirin, da bûn û wiha bilêv kir: “Di vê pêvajoyê de, bi awayekê polîtîk îşkence û zilm li me hat kirin. Ji ber vê em neçar man ku welatê xwe terk bikin û li Ewropayê bijîn. Li Afxanîstanê weke jinekê jiyîn pir zore. Talîbanê ji nû ve welat xist bin kontrola xwe. Êdî ne pêkane ku mirov li wir jiyana xwe dewam bikin. Koma Talîban mîlîtarîst û terorîste. Jinan weke mirov nabînin. Wan weke heywanen cîna duyemîn dibînin. Destûrê nadin ku zarokên keç biçin dibistanê. Di nava koçe û kolanan de li jinan dixin. Li Afxanîstanê, qedexeye ku jin bê burka derkevin derve. Di heman demê de, divê zilamek gel wan hebe. Me berî 20 salan ev yek jiya. Va ye îro dîsa Talîbanê bi alîkariya Emerîkayan, welat cardin xist bin destê xwe.”
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN’
 
Ashfarî, diyar kir ku jin qebûl nakin ku carek din dibin zordarî û îşkenceya Talîban de bijîn û wiha hirsa xwe anî ziman: “Jin naxwazin li welatên xwe, jineyek evqas çewet bijîn. Piraniya jinên li dijî vê derdikevin, hewl didin ji welat birevin. Lê deriyên hemû sinoran jî li wan hatiye girtin. Ew şansê wan tuneye ku ji welat derkevin. Berxwedêr şer dikin. Wê destûrê nedin ku Talîban Afxanîstanê birêve bibe. Ji ber vê yekê şer dikin. Ez bawer nakim ku Talîban li hember vê berxwedanê demek dirêj li ser xwe bide.”
 
ŞERÊ GELAN
 
Ashfarî, bal kişand ser girîngiya piştevaniyê ya navneteweyî û wiha bi dawî kir: “Şerê gelan ji şerên dewletan bi hêztire. Em çiqasî di qada navneteweyî de werin cem hev, em ê ewqasî bi hêz bibin û karibin bi koma talîban a fanatîk re şer bikin. Ji ber vê di vî warî de piştevaniya navneteweyî pir girîng e. Em yekin. Ev tiştên tên jiyîn jî, pirsgirêka mirovahiyê ye.”
 
MA / Berna Kîşîn