Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin

  • jin
  • 09:01 21 Tebax 2021
  • |
img
ÎZMÎR - P.Z. ku 6 sal berê ji bêgavî ji Afxanistanê koçî Tirkiyeyê kir, anî ziman ku tiştên li welatê wê diqewimin bi tirs û xof temaşe dike. P.Z., destnîşan kir ku di dema koçberiyê de qaçaxçiyan xwestine keça wê ya 8 salî bifiroşin û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî Talîbanê bisekinin." 
 
Piştî ku DYA ji Afxanîstanê derket, piştî 20 salan rêvebiriya welêt cardin ket destê Talîbanê. Rêvebirên payebilind ên Talîbanê gotin: "Dê bi tu awayî pergaleke demokratîk tune be. Em ê nîqaş jî nekin. Ev qanûna şerîatê ye." Gava Talîban cardin rêvebiriya welêt bi dest xist, ewilî jin hedef girtin. Jinên afxan û li seranserê cîhanê jin û rêxistinên jinan ji bo pêşî li ber tiştên diqewimin bên girtin bang dikin. 
 
Jina afxan P.Z. ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wê bê aşkerekirin, behsa dagirkeriya li welatê wê, zor û zehmetiyê ku jin bi wan re rû bi rû dimînin kir. 
 
‘XWESTIN KEÇA MIN BIFIROŞIN' 
 
P.Z. (32) anî ziman ku tevî 3 zarokên xwe û hevjînê xwe ji bêgavî koçî Tirkiyeyê kiriye û got: "Hem ez û hem jî hevjînê min, me ji welatê xwe hez dikir lê xizanî û Talîbanê ji bo vê tişt nehiştin. Tim êîrşên çekdarî çêdibûn. Di êrîşan de gelek xizmên me mirin, gelek jê jî hatin revandin û haya me ji wan tune ye. Muzîk, pirtûk, tew kuçe jî qedexe bûn. Piştî ku zarokên me çêbûn, fikarên me jî zêde bûn. Êvarekê gava me di televîzyonê de êrîşên Talîbanê temaşe dikir, me biryar da em koç bikin. Çî me hebû, me hemû firotin û me da ser rê. Pêşî em çûn cem xizmên xwe yên li Îranê û ji bo em bên Tirkiyeyê me û qaçaxçiyekî li hev kir. Piştî em ketin rê bi demekê, qaçaxçî xwest keça min a 8 salî bifroşe. Ji ber vê ew û hevjînê min dadan hev. Gava min hewl da wan ji hev bikim, ez kêr kirim. Kêr kûr neçû, lê pir xwîn jê dihat. Ancax piştî çend saetan me xwîn da sekinandin. Diviyabû em kêlî berî kêliyê sînor derbas bikin. Min guh neda êşa canê xwe ji bo zarokên xwe. PIştî me sînor derbas kir, me pêwendî bi xizmên xwe yên li Îzmîrê re danîn û em hatin vira." 
 
P.Z., bilêv kir ku gava hatin Îzmîrê, ji bo zanibe bê ka devereke çawa ye, li ser înternetê hinekî lêkolîn kiriye û gava dîtiye behr lê heye pir kêfxweş bûye û got: "Ez pir ji behrê hez dikim, lewma ji ber kêfxweş bûbûm. Lê gava min halê xizmên xwe dît, tu hêcan nema. Taxa Kapilarê, taxeke xaniyên wê kavilbûyî ne. Piraniya sûriyeyî, afxan û romen li vira dimînin. Xaniyên wan pir xirab bin. Ewilî min nexwest di van xaniyan de bimînim û min digot em ê biçin, lê paşê ji ber ku meaşê hevjînê min hezar û 500 lîre bû, ne pêkan bû em biçin cihekî din." 
 
JIYANEKE QAÇAX 
 
P.Z., diyar kir ku gava koç kirine demeke dirêj di warê ziman de bi pirsgirêkan re rû bi rû mane û ji ber vê ji taxê derneketine. P.Z., anî ziman ku hevjînê wê bi awayekî sîstematîk tahdeyê lê kiriye û ji ber vê rahiştiye zarokên xwe û çûye cihekî din. P.Z., bilêv kir ku bi rêya hin komeleyên alîkariya penaberan dikin li cem terziyekê dest bi kar kiriye û du sal in cihê xwe ji kesî re nabêje. 
 
P.Z. di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tiştên li Afxanîstanê diqewimin bi tirs û xof temaşe dike û got: "Ez bi xizmên xwe re diaxivim, hemû bêhêvî ne. Ji xeynî revê tu çareyek wan tune ye. Bawer nakim ku Talîban guherîbe û dest nede mafên jinan. Ji lew re Talîban tim tiştên hov dike. Li ku derê be, ew der dojeh e." 
 
P.Z., bang li gelê afxan kir ku li ber rêvebiriya Talîbanê rabin. 
 
MA/ Sevda Aydin