Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir

  • jin
  • 16:12 22 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Meclîsên Jinan li Stenbolê Talîbana ku rêveberiya Afxanistanê bi dest xist protesto kir. 

 
Meclîsên Jinan, Talîbana ku Afxanistanê rêveberiyê bi dest xist li ber Sefaretxaneya Afxanistanê ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê protesto kirin. Jinan pankart û dovîzan hildan û dirûşm berz kirin. Li ser navê Meclîsên Jinan, Sekrtera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm daxuyanî da û got Talîban û DAIŞ bi yek carê ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatine avakirin. Ataselîm destnîşan kir ku ew baş bi zîhniyeta Talîban ku gotiye “em ê mafê jinan bidin wan” baş nas dikin û bi salan e jinên afxan li dijî zîhniyeta Talîban li ber xwe didin û jinên afxan ne bi tenê ne. Ataselîm got divê jin hemû xwe bikin yek û Talîban ji holê rakin. Ataselîm da zanîn ku zîhniyeta Talîban a li hember jinan û zîhniyeta AKP’ê ya li hember jinan ji hev ne cuda ye.
 
Jinan piştî daxuyaniyê tacagula bi nivîsa “Jin wê bi laîkbûnê bijîn” hatibû amadekirin danîn ber sefaretxaneyê.