Qezenca wan têra debara wan nake

  • jin
  • 09:02 23 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Esnafên jin, diyar kirin ku ji ber pandemiyê nikarin berhemên xwe bifiroşin û gotin: “Qezenca ma têra debara me nake.” 

 
Bi polîtîkayên xelet ên AKP’ê re, qeyrana aboriyê roj bi roj bi bandora korona vîrûsê kûrtir dibe. Qeyrana heyî herî zêde bandorê li jinan dike. Esnafên jin ên li Stenbolê dixebitin, zor û zehmetiyên dijîn vegotin û diyar kirin ku nikarin debara xwe bikin. 
 
DEYNÊ WÊ 5 QAT ZÊDE BÛ 
 
Esnafa jin Berhan Karahan (33) a li derdora Galata Kulesiyê, eşyayên xelat û diyariyan difiroşe, anî ziman ku bi pêvajoya pandemiyê re, qezenca wan bi awayekê pir cîdî kêm bû û wiha axivî: “Berî pandemiyê 30 hezar TL deynê min hebû. Lê niha ev deynê min bûye 180 hezar TL.” 
 
'EZ NE KEYFXWEŞIM’
 
Karahan, diyar kir ku ji bo dewlet alîkariya wê bike serlêdan kiriye, lê hemû serlêdanên wê hatine redkirin. Karahan, wiha behsa rewşa xwe kir: “Bi tu awayî alîkarî ji bo me nehat dayîn. Min weke jinekê gelek zorî û zehmetî dîtin. Xebatkarên min hene. Ji bo ku ez deynê xwe yê bankê bidim ez vî karî dikim. Ji ber vê jî ez ne keyfxweşim. Di heman demê de rewşa turîzmê jî ne başe. Ev jî bandorê li ser karê me diker. Em bêyî tûrîstên biyanî nikarin kar bikin.”
 
HER TIŞT BIHA BÛYE
 
Hatîce Kaya (57) a bi honandina amûrên destan, hewl dide debara xwe bike jî, wiha got: “Pêvajoya pandemiyê bandorek mezin li me kir. Hêza kirînê ketiye. Ji ber vê em amûrên xwe erzan difiroşin. Bi pereyê ez qezenc dikim, ez nikarim kirêya xwe jî bidim. Berê min ta bi 4 lîran dikirî, lê niha bi 9 lîran dikirim. Ji ber zaman bihayê her tiştî giran bû. Niha tenê ez dikarim heqê nanê xwe derxînim. Ez bi vî awayî hem di xebitim û hem jî, bi karê zarokên xwe re mijûl dibim. Êdî rewş wisan bûye qezenca me têra debara m nake.”