Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane

  • jin
  • 13:09 26 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bang li hemû beşên civakê kir ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwestek hevpar û got: “Rojên ronahî bi şikandina tecrîdê pêkane. Ronahiya jinan wê hewaya tarî ya vî welatî ronî bike.”

 
Hevserokên jin ên bajêran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibin serokatiya Hevseroka Giştî ya partiyê Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar başran de civiyan. Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê hat lidarxistin. Axaftina vekirinê ya civînê Bûldan kir.
 
Bûldan, diyar kir ku ew kirde û nûnerên siyaseta jinê ya demokratîk û têkoşîna jinê ya kûr û dijwar. Bûldan, bal kişand ser qezenc û destkeftiyên jinan û wiha axivî: “Me bi dilsozî, fedakarî û biryardarî, têkoşîna xwe ya jinan bi ser xist. Hûn hevserokên me yên jin ên bajaran, ronahiya di çavên we de riya me ronî dike û wêrekiya di dilê we de biryardariya me zêde dike. Ji bo me rûmet û hêzek mezin ku em îro weke parêzvanên têkoşer ên jin li cem we ne. Baş e ku hûn hene. Başe ku jin hene. Başe ku partiya me jinan HDP heye.”
 
ALA TÊKOŞÎNÊ ME GIRTIYE DESTÊ XWE
 
Bûldan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser siyasetmedarên ku niha girtî ne û got: "Hevalên me yên ku bi kedeke mezin têkoşîn dane û niha ne li cem me ne. Em silavên xwe hevalên xwe yên girtî re dişînin. Ala ku îro li girtîgeh û li sirguniyê ligel zext û zordariyê girtine dest tu carî daneynîne erdê. Îro jî ala têkoşînê me girtiye dest. Em ê ala têkoşînê bilind bikin. Em hevalên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest danê û her wiha Denîz Poyraz carek din bibîrtînin. Biranînên wan ji têkoşîna me re dibe hez. Armanca wan a edalet û wekheviyê em ê di bin banê HDP'ê dê teqez pêk bînin. Em soz didin rêhevalên xwe. 
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ 
 
Bûldan, diyar kir ku ji bo jin di siyasetê de bighijin armanca xwe divê rêxistinbûna xwe ya xweser pêş bixin û wiha bi lêv kir: "Di serî de me di nav rêxistinbûna xwe de wekheviyê pêş xist. Di nav partiyê de me têkoşîneke mezin a jinê da meşandin. Pergala hevserokatiyê me girt dest û îro em pratîze dikin. Bi pergala hevserokatiyê îro jin di mekanîzmayên biryar dayînê de wekhevin. 
 
'KOMA XWESER A JINAN HAT AVAKIRIN'
 
Bûldan, da zanîn ku îro li parlamentoyê herî zêde di nav HDP'ê de hejmara parlamenterên jin zêde ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di şaredariyên me bi dest xistî de bi pergala hevşeradariyê me temsîliyeta wekhev pêş xist û li hemû qadên rêxistinê de me pergala hevserokatiyê pratîze kir. Her wiha li parlamentoyê me koma xwe ya xweser ava kir. Di nav parlamentoyê de me hewl da ku siyaseta jinê pêş bixin û ev tişt bi ked û têkoşîna jinan pêk hat. Ev tişt destkeftiyeke mezin e û destkeftineke hevpar e." 
 
'HÊZA DÎNAMÎK A WELAT E'
 
Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo wan destpêke û wiha pêde çû: "Armanca me heta pêkanîna wekheviya teqes. Ne tenê li ser vê erdnegariyê. Li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê armanceke me wisa heye. Em jiyaneke adil û wekhev armanc dikin. Ji ber vê jî her roja ku derbas dibe têkoşîna me mezin dibe. Êdi li her qadê jin gotinên xwe tînin ziman û helwesteke hevpar nîşan didin. Bi HDP'ê jin xwedî li dîrok, rûmet, xweza û hemû nirxên mirovatiyê diparêzin. Li ku dibe bila bibe em ê bi zimanên cuda, ol û baweriyên cuda û bi nasnameyên cuda mezin bibin û bi ser kevin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna me bibin. Bi dirûşma 'Ji xizaniya jinê re na' me xwe gihand bihezaran jinan. Me carek din dît ku keda ku jin dide hêza dînamîk a vî welatî ye. Jin hêza guhertin, azadî û hêviyê ye."
 
Bûldan, wiha bal kişand ser hevdîtinên gel ên partiyê: "Di hevdîtinên me yên 'Em HDP ne, li her derê ne' de jin pêşengtî kir. Jinan xwedî li HDP'ê derketin. Ev kar karê xwedîderketin, hevpariyeyê û wisa mirov bi hêz digire. Tişta ku mirovan bibe wekhevî, aştî û edaletê jî ev tişt e. Em li hemberî polîtîkayên dijminatiyê têdikoşin. Îqtîdara ku mehkûmê windakirinê ye bi zor û zextan hewl dide ku têkoşîna civaka muxalîf têk bibe. Binçavkirin, girtin, pêkanînên OHAL'ê, darbeya 4'ê Mijdarê li hemberî têkoşîne ye. Tenê ji HDP'ê û ji jinan ditirsin. Dixwazin jinê ji siyasetê dûr bixin."
 
Bûldan, di axaftina xwe de ser rewşa Afganîstanê jî sekinî û wiha bilêv kir: "Li ku derê cîhanê dibe bila bibe jin ji heman zîhniyetê re rûbirû dimîne. Niha li Efganîstanê Talîban, li Şengal û Rojava DAIŞ heye. Tişta ku dixwazin bikin minpêkirina mafê jiyanê ya jinê ye. Lê divê bê zanîn ku jin dê li dijî zîhniyeta dijminatiya jinan dike têkoşîna xwe ya azadiyê bi rêxistibûnê têk bibe. 
 
DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIN YEK
 
Kesên ku çavkaniyên welat ne bi gel re tenê bi hevkarên xwe re parve dikin, berîkên xwe tijî dikin û ji îhaleyên xwe re xerc dikin, ji kerasetên xwezayê mezintir kerasetan tînin serê gel. Lê em ê bi hev re vê pergala talan û şelandinê têk bibin û rêya derketina ji krîzê vekin. Divê em hemû jin li dijî vê kerasta îqtîdarê bi hev re têbikoşin.
 
PIRSGIRÊKA BINGEHÎN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE
 
Îro pirsgirêka herî mezin ku welat pêre rûbirû maye pirsgirêka kurd e û polîtîkaya bêhiqûqiyê ya tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan e.  Tecrîdê rê li Tirkiyeyê girtî ye û gel dorpêç kirine. Em vê dorpêçê dikarin bi mezinkirina bloka aştiyê ya li dijî tecrîd û bêçareseriyê têk bibin.  Dê ev hem rêya demokrasî û aştiyê veke û hem rê li ber polîtîkayên talan bêçareertî ku welat ber bi tarîtî û kaosê ve dibin bigire. Dê ronahiya bi destê jinan tarîtiya li welat ronî bike
 
JIN WÊ PERGALA ZILAM BIGUHERÎNE
 
Hemû beşên civakê divê vê rastiyê bibînin û li hember tecrîdê xwedî helwestek hevpar bin. Divê her kes bizanibe ku rojên ronî bi têkbirina tecrîdê pêkan in. Em jin vê rastiyê dizanin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. HDP, bi tifaqa gelan, jinan, ciwanan û demokrasiyê di rêya ku vekiriye de bi hêz dibe û pêşve diçe. Vê tarîtiya li welat dê jin bi têkoşîna xwe ronî bikin. Vê pergala zilmê dê jin biguherin in.  Pergaleke aştiyane, wekhev û azadîxwaz em ê jin ava bikin. Ez we bi heskirin û bi rêzdarî hembêz dikin û silav dikim."
 
Piştî axaftina Bûldan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.