Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin

  • jin
  • 17:04 5 Îlon 2021
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwira Jinên Kurd a li Ewropayê, li Hollandayê dest pê kir. Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad di destpêka şêwrê de axivî û bal kişand ser rola jinên kurd a di yekîtiya neteweyî de.
 
Ji Bo Yekîtiya Neteweyî Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî êrişên ser Kurdistanê bi beşdariya nûnerên gelek saziyên jinên kurd li Hollandayê dest pê kir. Di şêwrê de ku jinên ji çar parçeyên Kurdistanê lê amade ne, li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê ji bo têkoşîna hevpar bang hat kirin.
 
'DIVÊ EM BI RENGEKÎ EŞKERE LI BER DAGIRKERAN RABIN'
 
Li gel sirûda "Ey Reqîp" a neteweyî ya kurd deqîqeyek rêz hat girtin. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad destpêkê axivî û got: "Em di pêvajoyeke hesas û krîtîk de ne. Dewleta Tirk rojane êrişî gelê me dike. Li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş hene. Polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk biryareke bi vî rengî wergirtiye.Gelo li dijî van êrişan rola me jinan çi ye? Bi rêxistinî, bi têkoşînê em dikarin li ber van êrişên dagirkeriyê rabin. Divê em jin îro li vê şêwrê nîqaş bikin, analîzan bikin û bi biryareke cidî helwesta xwe ya li dijî dagirkeran bi şênberî nîşan bidin."
 
'DIVÊ EM BI HÊZA JINÊ PIŞTRAST BIN'
 
Siyasetmedar Tûba Hezer jî anî ziman ku Tirkiye bi salan e li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û jin timî li ber vê yekê radibin.
 
Berdevka Kongreya Star a li Ewropayê Dilşah Osman bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Jinên Kurd li Rojava bi têkoşîna dijî DAÎŞ'ê mohra xwe li cîhanê xist. Bû sembolek, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Îro jî jin bi têkoşîneke hevpar dikarin li ber dagirkeran rabin. Ya pêwîst ew e ku haya me ji hêza me hebe."
 
JIN PÊŞENGIYA ŞOREŞÊ DIKIN
 
Haskar Kirmizigul jî li ser navê Jineolojiyê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşeriyê ya jinên kurd û anî ziman ku jinên kurd pêşengiyê ji şoreşa li Kurdistanê re dikin. Kirmizigul destnîşan kir ku jin xwedî wê hêzê ne ku îro jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî êrişan bikin. 
 
Di berdewamiya şêwrê de jinan li ser kêşe û çareseriya kêşeya û sazkirina yekîtiya neteweyî axivîn û nîqaş kirin.