Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin

  • jin
  • 11:10 8 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Meksîkayê, bi yekdengî biryar da ku cezakirina kurtajê li dijî destûra bingehîn e.
 
Qedexeya kurtajê li Meksîkayê, ji aliyê Dadgeha Bilind a Parêzgeha Coahuilayê ve bi yekdengî li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin û hat betalkirin. Biryar li welat weke dîrokî tê nirxandin û tê diyarkirin ku dibe ev biryar li parêzgehên din ên welat jî mînak bê girtin û qedexe li wan jî bê betalkirin. Li 32 parêzgehên welat tenê li parêzgehên mîna Meksiko, Oaxaca, Hidalgo û Veracruzê kurtaj ne qedexe ye.