TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike

  • jin
  • 09:13 12 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan, ji bo hevdîtina “Em li dijî qirkirina jinê, nijadperestiyê, şer û tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşîn” bang li jinan kir û got: “Em ê li dijî modernîteya zilamê kapitalîst, modernîteya demokratîk ava bikin.” 

Tevgera Jinên Azad (TJA), amadekariya hevdîtina bi şîara “Em li dijî qirkirina jinê, nijadperestiyê, şer û tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşîn” a li 19’ê Îlonê de bê lidarxistin, dike. TJA, li Parka Aşik Veysel a li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî wê bi jinan re bicive. TJA’ye di çarçoveya amadekariya hevdîtinê de, bi belavokên bi Kurdî û Tirkî amadekiriye, banga tevlîbûnê jinan dike. Jin wê bi laçikên sipî yên sembola aştiyê ne beşdarî civînê bibin. Ji aktîvîstên TJA’yê yên ku beşdarî civînê bibin Guldem Dogan, derbarê wate û girîngiya civînê de, agahî da. 
 
QADÊN XWEPARASTINÊ KOLAN IN
 
Dogan, diyar kir ku her ku desthilatdariya AKP’ê lewaz dibe, hêza xwe winda dike, hîn zêdetir zextê li civakê dike û wiha axivî: “Ji ber vê dikeve nava lêgerînên polîtîkayên nû. Desthilatdarî hewl dide, bi rojevên çêkirî civak û jinan ji rojevên heyî dûr dixe. Dixwaze hemû beşên mûxalîf teslîm bigire. Em jî dixwazin bi dengê herî bilind, îtîraza xwe ya li dijî vê bînin ziman. Me destkeftiyên jinan li kolanan bi dest xistin. Kolan ji bo jinan qadên xweparastinê ne. Em ê jî di 19’ê Îlonê de, saet 14.00’an li Taxa Gazî li qada xwe ya xweparastinê bin.” 
 
JINÊN KURD DI HEDEFÊ DE NE 
 
Dogan, anî ziman ku ew di pêvajoyeke ku polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê heye re derbas dibin û ev nirxandin kir: “Di vê demê de qirkirina jinê tê jiyîn. Jinan li dijî polîtîkayên şer û pergala serdest a zilam, têkoşînek dem dirêj bi rêve birin. Lê hişmendiya desthilatdariyê, ji aştiya civakî dûr, şîdetê di asta herî giran de diparêze. Îro li Tirkiyeyê, bi dehan siyasemedarên jinên Kurd girtîne. Her roj bi dehan jin rastî tundiyê, tacîz û dest dirêjiyê tên. Qirkirineke jinan heye. 
 
Bi kuştina Cemîle, dayika Taybet, Denîz Poyraz û gelek jinên din ên Kurd, em fêm dikin ku dewlet û hikûmet, bi piranî jinên Kurd dikin hedef.”
 
BANDORA TECRÎDÊ
 
Dogan, dest nîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê îro li tevahiya welat belav bûye û wiha dewam kir: “Bi tecrîdê dixwazin civakê bênefes bihêlin û teslîm bigirin. Îro dixwazin vê yekê bi jinan jî bikin. Dixwazin dînamîzmeke zilam, dewlet, desthilatdarî û malbata kole xwedî bike, ava bikin. Em jin, em ê tecrîdê bişkînin û koledariyê nekin. Herî zêde pêdiviya me bi azadiyê heye. Berpirsiyarî jî herî zêde dikeve ser milê me. Rakirina tecrîda li ser azadiya jinê, wê bibe hevdîtina vîna azad a bi jinan re pêk were. Em ê di vê çarçoveyê de, li dijî modernîteya zilamê kapitalîst, modernîteya demokratîk ava bikin. Ev jî bi şikandina tecrîdê pêkane. Emê vê yekê bi ser bixin.” 
 
JIN VEXWENDIN HEVDÎTINÊ
 
Dogan jin vexwendin hevdîtinê û wiha bi dawî kir: “Ez bang li jinan dikim, ji bo ku hûn li ser axa xwe azad bijîn, pirsa Gulistan Doku li ku derêye? bikin, bêjin bila qatilê Îpek Er bê girtin, Nadîra Kadîrovaya li ku derêye, bibin dengê dayika Emîne Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di nobetê de ye, ji bo Denîz Poyraz û bi hezaran jin têkoşîna xwe mezin bikin, em li bendêne ku hemû jin tevlî hevdîtinê bibin.”
 
MA / Dîren Yurtsever