Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin

  • jin
  • 14:24 26 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan a 17 D.A., di bernameyeke televîzyonê de, diyar kir ku malbata wê ji 12 saliyê ve fihûşê lê ferz dike û di nava kesên tecawîzê wê kirin û xwestin ser bûyerê bigirin de polîs, bijîşk û mamoste jî hene. 

 
Jina ciwan a 17 salî D.A. ya li Gundê Gurpinar a navçeya Bûrç a Dîlokê dijî, di bernameyeke televîzyonê de, anî ziman ku ji 12 saliya xwe ve heya 16 saliyê xwe, bav, dayik û birayê wê, bi zorê fihûş lêdane kirin. D.A., da zanîn ku ji 12 saliya xwe ve, rastî tecawîza gelek kesan hatiye û malbata wê bi darê zorê tiryak daye wê. D.A., dest nîşan kir ku ew her tim rastî tûndî û lêdana, malbata xwe û zilamên tecawîzî wê kirine, hatiye.  
 
TECAWIZI XWIŞKA WÊ JÎ HATIYE KIRIN
 
D.A, di dewama bernameyê de, bi bîr xist ku dema dibe 16 salî, ji ber zexta dayika xwe bi Bahattîn A. ê 38 salî re dergistî dibe, hîna bi dergistîbû ji Bahattîn A. ducanî dibe û piştî dizewice jî, rastî tecawiza gelek zilaman tê. D.A., diyar kir ku malbata wê û zilamên tecawizî wê kirin e, li gund bûne çete û xwişka wê ku niha 15 salî ye jî, ji 10 saliya xwe ve rastî tecawizê te. 
 
POLÎS JÎ DI NAVÊ DE HENE
 
D.A., bi lêv kir ku zilamên tecawizê wê kirine temenê wan di navbera 15 û 65 salî de tê guhertin û bi gelemperî li gund rûdinin. D.A., got, di nava kesên tecawîzê wê kirin û xwestin ser bûyerê bigirin de polîs, bijîşk û mamoste jî hene.
 
GUH NEDAN GILIYA D.A.
 
D.A., dest nîşan kir ku piştî hevjînê wê Bahattîn A. fêrî rewşê dibe, derbarê malbat û tecawîzkaran de gilî dikin, ji Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re nivîs nivîsandine û li Dîlokê serî li gelek saziyên fermî dane û gilî kirin e. D.A., diyar kir ku herî dawî jî çûne Serdozgerya Komarê ya Enqerê û gilî kirine.   
 
TUNDIYA DERÛNÎ
 
Di seranserê bernameyê de, D.A a hem ji ber pirsên ku jê tên pirsîn û hem jî îfadeyên şahidên ku bi bernameyê ve tên girêdan, her tim digirî, wiha got: “Min gilî kir, kesekê dengê min nebihîst, kes li kêleka min sekini.” 
 
Jina ciwan a 17 salî D.A. dema di axivî rastî tundiya derûnî ya hevjînê xwe Bahhattîn A, jî dem bi dem dihat. Bahattîn A., dema ku D.A. diaxivî jê re got “derewan neke” û bi vî awayî D.A., sûcdar dikir. 
 
NAVÊ ZAROKAN Û RÛYÊN WAN AŞKERE DAN
 
Di bernameyê de maf û nepeniya zarokan hat paşguh kirin. Dîsa pirsa navê xwişka D.A. 15 salî jê tê kirin û navê wê jî bi awayekê aşkere tê dayîn. Di heman demê rûyê D.A. ya 17 salî û navê pitika wê jî bi vekirî tên dayîn. Bi vî awayî hem D.A. û hem jî pitika wê tên îstîsmar kirin. Pêşkêşvana bernameyê, weke ku ji bîr kiriye D.A. hîna zaroke, wiha jê rê dibêje: “Jixwe tu kesek rastî, tu van hemûyan nikarin bi daxwaza xwe bikî. Tu pir xweşikî.” 
 
Şahidên ku bi telefonê beşdarî weşana zindî bûn jî, dan zanîn ku D.A., hin caran ji bo kîloyek kartol, alavên înşaetê û hin caran jî, ji bo kîloyek masî bi zorê fihûş lê hatiye ferzkirin.