Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê

  • jin
  • 16:37 28 Îlon 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê bang li jinan hat kirin ku beşdarî şahiya li Hezexê bibibin. 
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê dê di 2'ê cotmehê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara "Li hember qirkirina jinan bi nasnameya jina azad parastina civaka azad bike" wê şahiya jinan li dar bixin. Rêxistina HDP'ê yên navçeyên Cizîr û Hezexê li bazaran belavok li jinan belav kirin û wan vexwendin şahiya jinan. 
 
Şahî wê li baxçeyê Oztaşê were lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, hunermend Hediye Bayram û wê rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê tevlî şahiyê bibin.