Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn

  • jin
  • 16:03 1 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvan Ezgî Mola, ji ber bêrêziya çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî İpek Er kir û bû sedema mirina wê hat darizandin, ceza lê hat birîn. 
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, di 18’ê Tebaxa 2020’an de çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawîzî Îpek Er kiribû û bibû sedama mirina wê. Orhan ê ewil hat girtin û dûre serbest hatibû berdan, darizandina wî dewam dike. Di wê demê girtin û dûre serbest berdana Orhan rastî bertekên gelek aliyan hatibû. 
 
Lîstîkvan Ezgî Mola jî, di 20’ê Tebaxa 2020’an de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, ev parvekirine kiribû; “Kesên bêşeref, tecawîzkar berdan, di wijdanên xwe de bixeniqin. Êdî, we qanûn, dua, mirad, daxwaz, tika û hêviyên me ji destê me girtin!! Ez êdî çi bêjim! Xwelî li serê we be! Xwelî li serê we be! #MusaOrhanTutuklansin”
 
Ji ber ku lîstîkvan Mola lêborîn red kir, parêzerê Orhan Mehmet Erkan Akkuş derbarê wê de gilî kir û doz hat vekirin. Doz li 31’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqerê hat dîtin. Dadgehê di encama darizandinê de, 65 roj cezayê bere (5 hezar û 200 lîre) li Ezgî Mola birî. Herî dawî biryar hat dayîn ku ragihandina biryarê were paşxistin.