Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe

  • jin
  • 09:06 3 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê ku sê sal berê bi keda du jinan hat avakirin, niha 50 jin lê dixebitin. Ji damezrînerên kooperatîfê Fatma Taş, diyar kir ku bi 3 çewal zebze dest bi kar kirine û niha hewl didin kooperatîfa xwe ya mezaxêriyê jî vekin. 
 
Di sala 2019'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 2 jinan Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê ava kirin. Kooperatîfa ku bi destê 2 jinan hat avakirin, niha di ser 50 re jin lê dixebitin. Gava kooperatîf nû hat avakirin, tenê jin lê dixebitîn lê îsal pergala hevserokatiyê esas girt. 
 
Endamên kooperatîfê ku çêjên xwecihî bi rêbazên xwezayî çêdikin heya niha eccûr, îsota hûr, ava îsotan, ava firingiyan û tirşa hinaran çêkirine. Berên tên hilberandin jî li gelek deverên Tirkiyeyê tên beavkirin. Ji damezrînerên kooperatîfê Fatma Taş, behsa xebatên dikin, pirsgirêkên bi wan re rû bi rû mane û bandora kooperatîfê ya li ser jiyana jinan kir. 
 
BI 3 ÇEWAL ECÛR DEST PÊ KIRIN
 
Taş, diyar kir ku gava kooperatîfê nû ava kirine di rêveberiya wê de tenê jin hebûn û îsal li kooperatîfê pergala hevserokatiyê esas girtine. Taş, anî ziman ku di destpêkê de pir zor û zehmetî kişandine û got: "Me bi çewalek ecûr, çewalek bacanên reş û çewalek xirtik dest pê kir. Me bi vî 3 çewalî dest pê kir. Her wiha di destpêkê de em bi rj li şaredariyê dixebitîn û bi şev jî li Kîbeleyê. Jinan zar û zêçên xwe dihiştin û dihatin Kîbeleyyê. Car hebû heya 3'yê şevê dixebitîn. Yanî Kîbele bi kedeke bi vî rengî hat avakirin." 
 
Taş, anî ziman ku di destpêkê de jin bi tirs nêzî vî karî bûne û got: "Lê niha rewş pir baş e. Me xebata xwe bi xwe û her kesî da qebûlkirin. Hevalên mêr hatin pirsîn 'berên min hene, gelo hûn dikarin bifiroşin?' Heya niha belkî bi sedan hevalên mêr bi vê daxwazê telefonî me kirine. Ev ji bo me dibe hêvî." 
 
Taş, da zanîn ku di bin banê kooperatîfê de îsota hûr, tirşa hinarê û bamya hilberandine û got: "Bi piranî em berên xwe dişînin kooperatîfên rojavayê Tirkiyeyê. Tam ne bi dilê me be jî, lê xebatên me didomin. Armanca me em mezintir bikin û şaxên xwe yên mezaxêriyê vekin. Li Pirsûsê xebatên me pir baş in. Gava me ewilî Kîbeleyê vekir, xizmên me bi xwe jî digotin 'ka hûn ê bi 3 çewal ecûrî çi bikin, ma bi du çewal zebze kooperatîf tê avakirin?' Bû. 3 sal in em dixebitin. Kesên zebzeyên wan hene telefonî me dikin û dipirsin 'Îsota me ya hûr, bamyayên me hene, hûn ê karibin bifiroşin?' Di vî warî de heya ji destê me tê em aliyê gelê xwe dikin." 
 
JINÊN HILBERÎNER
 
Taş got: "Me piraniya berên ku hilberandine şandin. 10 rojên din jî em ê dest bi tirşa hinaran bikin. Par koma me 40 kes bû û heqê keda xwe wergirtin. Di warê aborî de em aliyê malbatên xwe dikin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye." 
 
Taş, da zanîn ku tenê li navenda navçeyê naxebitin diçin gundan jî û got: "Em li her gundî, li her cihî ne. Êdî em tên naskirin. Em ê Kîbeleyê mezintir bikin. Em bi xwe bawer in, lewma em ev qasî kedê didin." 
 
ZOR Û ZEHMETÎ
 
Taş, destnîşan kir ku niha di warê mezaxêriyê de zehmetiyê dikişînin û got: "Li herêma me kooperatîfeke mezaxêriyê tune ye. Lewma em piraniya berên xwe dişînin bajarên wekî Stenbol û Enqereyê. Gava em dişînin jî zehmetiyê dikişînin. Bi taybetî jî di warê ragihandin û kargoyê de. Fiyetên kargoyê pir biha bûne. Ev bandoreke nebaş li hilberîner û mezaxêran dike." 
 
Taş, destnîşan kir ku tekane daxwaza wan gel piştgiriya wan bike û dixwazin kooperatîfên xwe yên mezaxêriyê vekin. 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can