Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne

  • jin
  • 09:02 7 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Parêzer Cemîle Tûrhalli, diyar kir ku pergala hevserokatiyê pergaleke rewa ye ku gel ew pejirandiye û ya nelirêtiyê dike ne pergala hevserokatiyê, pergala qeyûmtiyê bi xwe ye. 

Li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî, yek ji destkeftiyên girîng ên jinan pergala hevserokatiyê ye û 16 sal in pêk tê. Cara ewil di sala 2005'an de ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ve hat pêkanîn û paşê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek sazî û dezgehên din ew daxilî nav tuzuka xwe kirin. 
 
Piştî AKP'ê modela hevserokatiyê hedef girt, gelek siyasetmedar hatin girtin. Di 18'ê Mijdara 2016'an de giştînameyek hat şandin û tê de hat derpêşkirin ku li şaredariyan bikaranîna tabîr û nasnava hevserokatiyê li gor Qanûna Ceza ya Tirk "sûc" e. Bi vê re ferman hat dayîn ku derbarê hevserokan de lêpirsîn bên destpêkirin û ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê û cezayê îdarî li wan bê birîn. Piştî vê fermanê hevserokatî wekî sûc hat hesibandin. Di vê çarçoveyê de gelek hevşaredar hatin binçavkirin û girtin û gelek sazî û dezgehên ku pergala hevserokatiyê esas girtin jî hatin girtin. 
 
Parêzer Cemîle Tûrhalli, êrişên îqtidarê yên li ser pergal û modela hevserokatiyê nirxandin. 
 
NE DIJÎ QANÛNÊ YE
 
Gelek hevşaredar bi vê hincetê hatibûn girtin: "Kesên wekî hevserok tên binavkirin, kar û barên ku bi sifetê serokê şaredariyê bikin karine nelirê ne û dê esas neyên girtin. Ev yek dê di pêşerojê de di warê îdarî de bi cihê ziyaneke vegera wê nepêkan." 
 
Tûrhalli ev hincet bibîr xist û da zanîn ku rêzikname û tuzuk ne li dijî qanûnê ne û got: "Di Qanûna Bingehîn de têkildarî vê yekê de gelek hikim hene. An jî palpiştên rêziknameyan jî bi awayekî ku qanûna bingehîn û qanûnê esas tê girtin, tên çêkirin. Pergala hevserokatiyê li gor kîjan pergala qanûna bingehîn, li gor kîjan qanûnê qedexe ye? Beriya her tiştî ev yek di biryara darazê de nehatiye bilêvkirin. Her wiha dibêjin pergala hevserokatiyê dê bibe sedema ziyaneke cemaweriyê. Mînakên berbiçav ên vê ziyanê çi ne? Ji bo vê jî tu hincet tune ne. Yanî bi gotinine pir afakî, daxwaza îdareyê ya derbarê rawestandina birêvebirinê, bi şîroveyeke îdarî veguheriye biryareke darazê." 
 
LI EWROPAYÊ MÎNAKÊN WÊ HENE
 
Tûrhalli, da zanîn ku ev biryar nakokiyên cidî di xwe de dihewîne û got: "Çima derbarê tişta ku dibêjin pergala hevserokatiyê dijî pergala qanûnî ye de daneyeke berbiçav tune ye? Heger pergala hevserokatiyê di qanûna partiyên siyasî de hebe, nexwe ev yek dê çima li şaredariyan dijî qanûna bingehîn û qanûnê be? Bereksê vê, divê bê zanîn ku dê ev pergal li Tirkiyeyê pergala demokratîk xurt bike. Û divê ev yek di çarçoveyeke demokrasiyê de bê xwendin. Di vê de tiştekî dijî rêgeza edaletê, temsîlîyeta wekheviyî û hiqûqê tune ye. Pergala rêveberiya xwecihî xurt dike. Li Ewropayê jî mînakên vê yekê hene." 
 
HÊZA JINA KURD DI SIYASETÊ DE
 
Tûrhalli, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê heya niha pergala hevserokatiyê bi awayekî fiîlî pêk nehatiye û got: "Ewilî DTP'ê ew pêk anî. Paşê di sala 2014'an de qanûna partiyên siyasî guherî. Norma ku dibe ku serok ji du kesan pêk bên lê hat zêdekirin. Me dît ku ev yek di partiyên siyasî de nabe cihê pirsgirêkan. Di vir de tişta ji bo me girîng ew e ku tevgera siyasî ya kurd vê temsîliyetê pêk tîne. Di warê şiklî de vê yekê wekî parvekirina îqtidarê ya di navbera jin û mêr de nehesiband. A rast xwest naveroka vê pergalê jî tije bike. Li ser asasên ku temsîliyeta wekheviyê bike malê civakê tevgeriya." 
 
REWA YE
 
Tûrhalli, bibîr xist ku pergala hevserokatiyê pergaleke ku berpêşî raya giştî hatiye kirin û got: "Gel dizane şaredarên li wir, hevşaredar in. Dizane kî şaredar kî jî hevşaredar e. Dizane li wir du kes hatine hilbijartin û raya xwe li gor vê dide. Divê em qebûl bikin ku ev pergal veguheriye tercîhekê û rewatiya xwe bi dest xistiye. Ev jî girîng e, bi rastî jî ev model berpêşî gel hatiye kirin û gel ew pejirandiye û ji ber hindê bûye pergaleke rewa. Lewma dê biryareke îdarî, nikaribe vê rewatiyê ji holê rake." 
 
'Ê NELIRÊTIYÊ DIKE QEYÛM BI XWE YE'
 
Tûrhalli, destnîşan kir ku îdareya navendî bi tayinkirina qeyûman daxilî nav sûc bûye û got: "Îdareya navendî bi awayekî kêfî rayên bi milyonan welatî binpê kirin û kesek tayinî şûna şaredaran û endamên meclîsa şaredariyê kir. Niha ev kes, du serdem in, hema bibêje ji dêvla hemû şaredaran û endamên meclîsê biryaran digire. Xebatkarên şaredariyê ji kar derdixe û kesên li daîreyan û midûriyetan ji peywirê digire. Derbarê avadaniya bajêr de biryaran digire, di îhaleyan û gelek karan de ku karbidestiya wan di destê meclîsa şaredariyê de ye, bi tena serê xwe biryaran digire. Yanî bi xespkirina karbidestiyê nelirêtiyê dike." 
 
HEDEFGIRTINA DESTKEFTIYÊN JINAN
 
Tûrhalli, destnîşan kir ku piştî 6 salan doz hatine vekirin û ev pergal tê krîmînazlîzekirin û axaftina xwe bi vî awayî domand: "Piştî hevşaredar hatin hilbijartin li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serokatiya polîtîkayên jinan hat avakirin. Ev di dîroka Tirkiyeyê de tiştekî ewilîn bû. Her wiha komeleyên jinan, navendên piştevaniyê, stareyên jinan, navendên tahdeyê, xetên alo tahde hemû di ser şaredariyê re berbelav bûn. Jin, mexdûrên bi tahdeyê re rû bi rû man û zarok êdî hew çûn navendên tahdeyê yên di bin banê walîtî û qeymeqamtiyan de. Ev deverên di bin banê şaredariyê de, ewletir dîtin. Her wiha di demeke pir kurt de yekeyên aboriyê, yekeyên têkoşîna li hemberî tahdeyê û bazarên semtê yên jinan hatin avakirin." 
 
PERGALA ALTERNATÎF Û SERKETINA JINAN
 
Tûrhalli, anî ziman ku civakê ev tişt qebûl kirine û got: "Di hemû daîre û yekeyên xebatê de mekanîzmayeke li ser asasê temsîliyeta wekhev hat çêkirin. Em dibînin ku jinan pêvajoya jinûveavakirina jiyanê afirandine. Û ya rast divê em zanibin ku ya hedef hat girtin jî destkeftiyên jinan û ev temsîliyeta wekheviyê bû. Her wiha jinan siyasetê jî ji qada desthilata mêran derxist. Normên civakî yên hezar salî berovajî kirin û ji bo pergaleke îdeal têkoşiyan. Jinan got em dixwazin bi hev re civakê bi rê ve bibin û bi ser ketin." 
 
MAFÊN JINAN NABIN MIJARA BAZARÊ
 
Tûrhalli, destnîşan kir ku mafên jinan bi tu awayî nabin cihê bazarê û wiha pê de çû: "Hûn nikarin vê yekê bi gef û tacizeke darazê yan jî biryareke îdarî bêwate û bêbandor bikin. Ji lew re daxwazên wan, daxwazine rewa ne. Û divê em zanibin ku tim gef li van daxwaz û destkeftiyan tên xwarin. Ev destkeftiyên mezin ên jinan, bi têkoşîneke mezin bi dest ketin. Tu destkeftî ne encama lutfekê ye. Têkoşîna jinê qadeke wisa ye ku bi rastî jî tu kêliyekê jî dev ji têkoşînê berdî dê hemû destkeftî berhewa bibin. Lewma divê hemû jin her tim û her kêlî li dor biryarên xwe yên têkoşînê bibin xelek û bitêkoşin. Ji lew re têkoşîna jinan, têkoşîneke mezin e." 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Erol