Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!

  • jin
  • 09:06 29 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi destdirêjiyê re rû bi rû ma û hat îşkencekirin, ragihand ku Dadgeriya Înfazê îfadeyên wê yên derbarê tiştên hatine serê wê de tomar nekirine. 

Garîbe Gezer ku di 24'ê Gulanê de li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F'yê gardiyanan ew bir odeya "bisînger" û li wir ew îşkence kirin û gardiyanên jin dest dirêjî wê kirin, hîn bû ku îfadeyên wê yên di 1'ê Tîrmehê de li Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê dane bi temamî nehatine tomarkirin. 
 
Gezer ku di 15'ê Adarê de ji Girtîgeha Kayseriyê sewqî Girtîgeha Kandirayê hat kirin, li vira 22 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de hat hiştin. Gezerê, xwest biçe hucreyeke 3 kesî. Daxwaza Gezerê nehat qebûlkirin. Piştî vê Gezer ev yek protesto kir û gardiyann jin ji ber vê lêdan. Gardiyanan bi postalan pêl stuyê Gezerê kir û şelwarê wê jê kirin û bi vî awayî wê di ber cihên ku mêr lê dimînin re bi erdê ve kaş kirin. Bi dû ra gardiyana wê birin odeya "bisînger" ku 24 saetan bi kmerayan tê şopandin û li vir tecawizî wê kirin. Gezer ku serê wê xwînî bû, bi muameleyeke xirab a bijîşkan re jî rû bi rû ma.
 
Gezer, têkildarî van binpêkirinan nameyek nivîsand, lê belê nameya wê negihaşt ber destê malbatê. Gezer tiştên hatine serê wê bi rêya telefonê ragihand malbatê û ji ber vê 5 rojan cezayê hucreyê lê hat birîn. 
 
TECAWIZ DI ZABITNAMEYÊ DE NEHAT TOMARKIRIN
 
Îfadeya ku Gezerê li Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê daye, bi temamî nehatiye tomarkirin. Di zabitnameyê de tenê maumeleya xirab, îşkence û bierdêvekaşkirin û taciza bi destê gardiyanên mêr ve hatiye tomrakirin. Lê belê di zabitanmeyê de nehatiye tomrakirin ku gardiyanên jin tecawizî wê kirine û çendî serê wê xwînî bûye jî bijîşkan ew derman nekiriye û ji ber tiştên hatine serê wê hewla daye xwe bikuje, 24 saetan bi awayekî ji paş de destkelmeçekirî rawestandina wê ya li "odeya bisîger" nehatin tomrakirin. 
 
Gezer, piştî tiştên hatin serê wê ji bo cezayên dîsîplînê yên derbarê wê de bên betalkirin û ji bo gilîkirinê serî  li Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê da, lê belê serlêdana wî hat redkirin. 
 
SER ÎŞKENCEYÊ TÊ NIXUMANDIN
 
Parêzer Jiyan Tosûn, ragihand ku muwekîla wê tiştên hatine serê wê ji Dadgeriya Înfazê û Dozgeriya Kandirayê re gotin, lê belê dîsa jî tu tişt nehatiye kirin. Tosûn got: "A rast diviabû dozger yekser tevbigeriyana. Ji lew re berpirsiyariyeke wî ya bi vî rengî heye. Lê mixabin di vî warî de doza delîlê dikin, lê piştî wextekê ev delîl jî namînin. Halbûkî Garîbe piştî bûyerê bi 15 rojan tiştên hatine serê wê gotine. Ji aliyê dozger û dadgeriyê ve tiştek nehatiye kirin û ev jî nîşan dide ku ser îşkenceyê dinixumînin." 
 
Tosûn, anî ziman ku hin tiştên hatine serê muwekîla wê jî bi zorê li zabitnameyê hatine tomarkirin û got: "Garîbe, ji me re got qismek îfade bi zorê li zabitnameyê daye barkirin. Ji ber ku di dema îfadeyê de zabitname nedîtiye, nizane bê çi hatiye tomrakirin û çi jî nehatiye tomrakirin." 
 
BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE YE
 
Tosûn, ji bo rewşa dawî yya Gezerê diyar kir ku niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û ji ber vê rewşê hem giliyê rêveberiya girtîgehê hem jî giliyê bijîkan kirine. 
 
MA / Dîren Yûrtsever