Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin

  • jin
  • 09:22 30 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE- Sekretera Jin a KESK'ê Done Gevher Koyûn, anî ziman ku divê budçe pêşî li ser asasê wekheviya zayendî ya civakî be û jinên kedkar ên cemaweriyê doza budçeyeke bi beşdarbûna jinan bê amadekirin û li ser asasê aştiyê dikin. 

Dê hevdîtinên ji bo Pêşniyara Qanûna Budçeya Rêvebiriya Navendî roja duşemê li Komîsyona Plan û Budçeyê bidomin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîka xebatên xwe yên ji bo daxwazên xwe yên budçeyê didomînin. Sekretera Jin a KESK'ê Done Gevher Done, destnîşan kir ku gava budçe bê çêkirin divê civak esas bê girtin û budçeyeke demokratîk bê amadekirin. 
 
WEKHEVIYA ZAYENDÎ YA CIVAKÎ
 
Koyûn, diyar kir ku bi taybetî divê jin, kedkar, xizan û rêxistinên civaka sivîl daxilî nav hevdîtinên budçeyê bibin. 
 
Koyûn ku got "budçeya ku li qesrê bê amadekirin ne budçeya gel e" desnîşan kir ku budçeya li qesrê tê amadekirin ne budçeyeke demokraîk e û got: "Divê li gor van pêdiviyan bê çêkirin. Di vir de jî ppêşî divê pêdiviyên sereke bên diyarkirin û beriya her tiştî jî divê li ser esasê wekheviya zayendî ya civakî be." 
 
BEŞDARBÛNA JINÊ
 
Koyûn, destnîşan kir ku teqez divê di dema hevdîtinên budçeyê de di warê çawanî û çendaniyê de beşdarbûna jinê esas bê girtin û got: "Li dor maseyê hebûna jinê daxwazeke me ya ji bo Peymana Karî ya Giştî bû jî. Niha ji bo budçeyê jî em bi heman awayî dibêjin, divê budçeyeke li ser asasê wekheviya zayendî ya civakê bê çêkirin û di dema hevdîtinan de jin jî li dor maseyê bin."
 
Her wiha Koyûn, destnîşan kir ku divê di budçeyê de para herî mezin a tenduristî, perwerdehî, xizmeta civakî û îstihdamê be û got: "Lê tişta ku niha tê kirin, ne wiha ye. Para herî mezin ji bo şer vediqetînin. Veberhênanî divê ne ji bo şer ji bo aştiyê bên kirin."
 
Koyûn, got: "Em jin, budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin."