JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin

  • jin
  • 11:28 5 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteya tundiya li ser jinan a JINNEWS'ê, di meha cotmehê de 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daneyên ku her meh JINNEWS ji nûçeyan digire, di meha cotmehê de herî kêm 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Failên jinan "xizmê" wan in. Herî zêde jin li Stenbol û Îzmîrê hatine kuştin. Li mal, kuçeyê, li kargehên ku lê dixebitin tundî li jinan tê kirin û dest direjî wan tê kirin. 
 
Li gorî daneyên vê mehê destdirêjî 5 zarokan hatiye kirin û 3 zarok jî hatine kuştin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji des daye.