Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh

  • jin
  • 09:07 7 Mijdar 2021
  • |
img
RIHA - Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed anî ziman ku piştî ku Tirkiyeyê Efrînê dagir kiriye sûcên li hemberî jinan êdî bûne sûcine rojane. Nayele, destnîşan kir ku Efrîn bajarekî jina bû û got: "Bihuşt bû ji bo jina. Piştî dagirkirine bu dojeha jina." 
 
Tirkiye, di 20'ê Çileya 2018'an de bi TSK û OSO/MSO li dijî Efrînê şer dabû destpêkirin. Piştî 58 rojan di 18'ê Adarê de ji ber êrişên tang, top û balafirên şer gelê Efrînê neçar ma ku Efrînê vala bike. Bajarê Efrînê ku berê bajarê aborî, perwerde, demokrasî û bajarekî pirreng û pirbawerî bû, piştî êrişan talan û wêran bû. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî dagirkeriya TSK-OSO/MSO, talankirin, werankirin, xerakirin û kuştin pir zêde bûye. Li gorî raporê Rêxistina Mafên Mirovan di nava 3 salan de li Efrînê zêdetirî hezar jin hatine revandin. Gelek kesên hatine revandin jî aqûbeta wan nediyar e. 
 
Rêxistinên Efrînê têkildarî sûcên li Efrînê tên kirin di 25'ê Cotmehê da li Şehbayê daxuyanî dan û anîn ziman ku ji roja ku Efrîn ketiye dest dewleta tirk û OSO/MSO'yê heya niha 84 jin hatine qetilkirin û ji van jinan 6 jê jî dawî li jiyana xwe anîne û dest dirêjî 71 jinan hatiye kirin. 
 
Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed, sûcên dijî mirovahiyê yên li Efrînê ku bi destê hêzên paramîlîter OSO/MSO'yên Tirkiye piştgiriya wan dike hatin kirin nirxandin.
 
Nayele Mihemed anî ziman ku piştî dagirkirina Efrînê ya bi destê TSK û hêzên paramîlter ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li Efrînê sûcine ku li cîhanê tu sûcên nolî wan tune ne tên kirin û got: "Li Efrînê li ber çavê hemû cîhanê sûcê şer kirin. Sûcê şer zêdetir bi zanebûn li hemberî jina kirin. Jin hatin qetilkirin, hatin revandin û tecawizkirim. Jin bi darê zora hatin zewicandin. Destkeftiyên jinê yên ku bi şoreşê bi dest ketine ji dest wan hatin derxistin. Jin êdî nikarin ji malê derkevin. Me rêxistina Efrînê têkildarê sûcan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de me anî ziman ku 84 jin hatine qetilkirin. Ev tenê yê ku me peydekirine, lê em dizanin ku hejmar hê zedatire. Her roj bûyerê nû diqewimin." 
 
'ERIŞA YEKEMÎN LI HEMBERÎ JINÊ BÛ' 
 
Nayele Mihemed destnîşan kir ku sûcên li hemberî jinê tên kirin didomin û got: "Bi êrişên li hemberî jinê dixwazin hemû mirova ji Efrînê derxin. Ji bo ku mirovan ji warê wan dûr bixin, çi ji destê wan tê dikin. Êrişî destkeftiyên jinan dikin. Sirf ji bo ku îrada jinê bişkînin êriş dikin. Îradeya jinê bişikê wê îrada hemû gel bişikê, bi vê dizanin."
 
'JI BO JINA DERFETA JIYANÊ NEMA' 
 
Mihemed, bilêv kir ku ji bo şikandina vîna jinê êriş zêdetir dibin û got: "Li Efrînê ji bo jina derfeta jiyanê nema. Jinê ku Efrîn bi rê ve dibirin êdî nikarin derkevin kolanên Efrînê. Efrîn bajarê jina bû. Dema rêveberiya xweser li Efrînê bû jina li Efrînê biryar distendin. Warê jina bû dojeha wan. Êdî Efrîn ji bo jina dojeh e. Jina di hêla aborî, leşkerî, siyasî de xwe pêşve birin. Li hemû ciha rol û mîsyona xwe lîstin. Jina berî dagirkirinê di hemû ware jiyanê de cih girtin."
 
'DIBÊ TIRKÎ BÊ DARAZADİN' 
 
Nayele Mihemed ji bo sûcê li dijîmirovahiyê tê kirin bang li rêxistinê navneteweyî kir û got: "Di peymanên navcîhanî de tiştê ku Tirkî li Efrînê dike sûc e. Mafê jina li hemû cîhanê divê wekî hev du be. Divê hemû jin destxistine jina bi hev re biparêzin. Di peymanan de tê gotin tecawuz, îşkence, revandin sûc e. Tirkî hemûya pêk tîne. Çima tu kes deng dernaxe. Êdî ji sûcê dijmirovahiyê re bêjin na. Tirkî demek dirêj e sûcê dijmirovahî dike. Banga me ji hemû jinan re ye. Mafê jinên Efrînê biparêzin. Bila hemû jin li warê xwe li hemberî rêveberîya heyî zextên xwe zêde bikin. Divê di demek nêzde Tirkî li dadgehên navcîhanî bê darizandin." 
 
MA / Emrûllah Acar