Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in

  • jin
  • 14:23 10 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê bi jinên cîhanê re ji tundiyê re bibêjin "na" û ev tişt got: "Ev desthilat wê di hilbijartinên ewil de têk biçe, kavila li pey wê bimîne jî wê sûcên wê yên li dijî jinan bin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo xeta xwe ya polîtîka a serdema nû diyar bike li Navenda Giştî li hev civiya. Beriya civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, axivî û têkildarî rojeva jinan de nirxandinan kir. Bûldan, da zanîn ku bi meha mijdarê re civînên Meclisa Jinan dest pê kirin e û got ku her hevdîtineke wan a bi jinan re nîşan dide ku tevgera jinan di têkoşîn û xebatên xwe de çiqas biisrar bi pêş ve çûye û wiha got: "Ji ber vê em ji her hevdîtineke xwe ya bi jinan re kelecanê digirin û bi hev re bihêz dibin."
 
 
DI SER PARTIYA ME DE HATIN
 
Daxuyaniya Bûldan bi kurtayî wiha ye:
 
"Di meha ku em têde ne li dijî partiya me û siyaseta ku em dimeşînin darbeyeke siyasî pêk hat. Di ser darbeya siyasî ya 4'ê mijdarê re 5 sal derbas bûn. Desthilata AKP'ê ku nikare bi rêyên demokratîk û hiqûqî têkoşîna me bi paş bixîne bi hevserokên me yên giştî Birêz Demîrtaş û Yuksekdag re 11 hevalên me girt û li dijî partiya me hewldaneke darbeya siyasî da destpêkirin. Bi awayekî vekirî bi rêyen derveyî hiqûqê bi ser partiya me de hatin. Ji partiya me û pêkhateyên me di seriya 10 hezaran de hevalên me girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û hevalên me yên hevşaredar ji peywirê dûr xistin. Lê li dijî vê darbeyê em dîsa jî xurt bûn û têkoşîna xwe didomînin. Serkêş û faîlên vê darbeyê bi têkçûnê re rû bi rû mane. 
 
BI DEREWA DIXWAZIN QEYRANÊ VEŞÊRIN
 
Gel bi qeyranê re rû bi rû dihêlin. Dibêjin Ewropa hesûdiya me dike û van gotinana dixwazin gel bixapînin. Bi derewan dixwazin qeyranê veşêrin. Bi siyaseta xwe ya xirab dixwazin vî welatî bi hêsanî talan bikin. Bi vê yekê jî li dijî siyasetama ya çareseriyê kaosê diafirînin. Serokê Giştî yê AKP'ê li dijî jinan sûc kiriye. Zihniyeta AKP'ê wekî aborî û civakê dixwaze jinê bi mêran ve girê bide. Ji ber daraza wan a mêran e jin tên qetilkirin. Çimkî sîstema fikirandinê ya ji bo xemxuriya Peymana Stenbolê û parastinê ya vê zihniyetê tune ye. Faşîzm, yekperestî, tundiya baviksalarî ev e. Lê belê em ê li dijî zimanê we yê teşwîqa tundiyê dike têbikoşin."
 
KOMA PARLAMENTOYÊ YA JINAN 
 
Ev meha meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Bi munasebeta 25'ê mijdarê em ê li parlamentoyê koma xwe ya jinê kom bikin. Têkoşîna me ya ji bo jinê dê bidome. Îqtîdara AKP'ê ya yekperest ku li hemberî jin, muxalefeta demokratîk û kurdan têkoşîna dijminane dide meşandin, ji ber vê helwesta xwe êdî nema dikare ji hundir derkeve û bi gel re biaxive. Vê îqtîdarê di warê civakî de meşrûbûna xwe winda kiriye. Serokê  Giştî yê AKP'ê dema diçe ber deriyê kurdan êdî nema dikare tu tiştî bibêje. Erdogan di demê borî de dema ku çûbû Êlihê li ber muzîka kurdî xwestibû dîmenekî xwe şîrîn bike nîşan bide. Lê bila li qusûrê nenêre Gelê kurd serkêşê vê îqtdara ku êrîşî îradeya kurdan kir, qeyûm tayînî şaredariyên wan kir, dibistanên kurdî girtin û zimanê kurdî wekî zimanê nayê zanîn pênase kir baş nas dike. 
 
JINÊN KURD RÊ NADIN WE 
 
Em polîtîkayên vê îqtîdara dijminantiya kurdan dike baş nas dikin. Em dizanin ku polîtîkayên jineke siyasetmedar a kurd, Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokan bi 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza dike ji aliyê kê ve tên pêşxistin. Ji ber vê jî ne kurd û ne jî jinên kurd vê silava we ya li gel muzîka kurdî qebûl nakin û rê nadin we. Jinên kurd amadekariya raperîna ku wê bitilîliyên xwe di hilbijartina bê de bi dest bixin dikin. Wekî ku heta niha bûye; li meclisê, taxan, malan,  li nav erdan, li fabrîkayan, li kargehan, em ê têkoşîna xwe veguherînin û berdewam bikin. Em ê rêya xwe bi gavên bi biryar bidomînin. Têkoşîna jinê û muxalefeta wê, wê îqtîdar û pêşeroja vî welatî diyar bikin. Divê em di ferqa hêza xwe de bin. Rojên ku jin vî welatî bi rêve bibin nêz in. Ez we hemûyan bi hezkirin û bi rêzdarî hembêz dikim."