Bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê diyar bû

  • jin
  • 12:51 12 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Bernameya Meclisa Jinan a HDP'ê ya 25'ê Mijdarê diyar bû. Wê meclis li hemû bajaran meş li dar bixe. 
 
Bernameya çalakî û şahiyên ku Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de li dar bixe diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de wê li Îzmîrê Denîz Poyraz ku hatibû kuştin bê bernameyeke girseyî bê bibîranîn. Li bajarên herêmê jî wê jinan di çalakiyan de bal bikişînin ser destdirêjiya li jin û zarokan û polîtîkayên şer ên tên meşandin. Di 25'ê Mijdarê de wê li hemû bajaran meşên hevpar bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn. Wê şîara 25'ê Mijdarê jî di rojên pêş de diyar bibe.
 
Wê li hemû bajaran ji bo jinên girtî qert bên şandin û bi malbatên ku xizmên wan hatine kuştin re jî hevdîtin bên kirin. Di vê çarçoveyê de wê bi malbata Denîz Poyraz, Îpek Er, Dîlek Dogan,Gulistan Dokû ya hatiye windakirin û Emîne Şenyaşar ku ferdên malbata wê bi komkujiyekê hatine kuştin re hevdîtin bên kirin. 
 
Her wiha wê meclis serdana gora dayika siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk ku di sala 2016'an de jiyana xwe ji dest dabû jî bike. 
 
Plansaziya bernameya Meclisa Jinan a HDP'ê ya 25'ê Mijdarê wiha ye:
 
AMED 
 
“17'ê Mijdarê: Wê ji jinên girtî re qert bên şandin û piştre bi daxuyaniyekê strart bê dayîn. 
 
21'ê Mijdarê:  Wê derbarê bi malbatên girtiyan re derbarê tecrîd, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, êrişa zayendî ya li dijî girtî Garîbe Gezer daxuyanî bê dayîn. 
 
24'ê Mijdarê: Bi pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) panelek bê sazkirin. Di heman rojê de wê Meclisa Jinan a HDP'ê, li ber Edliyeya Amedê cezayê ku li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hatiye birîn bi daxuyaniyekê şermezar bike. 
 
25'ê Mijdarê: Wê meşeke meşaleyî bê lidarxistin. 
 
SEMSÛR
 
15'ê Mijdarê: Li navçeya Sergolan serdana esnafan bê kirin, belavkirina qurnefîl û belavokan bê kirin. Li navçeya Bêhiştî serdana esnafan bê kirin, belavkirina qurnefîl û belavokan bê kirin, wê jinên karkerên çandiniyê ku di sala 2013'an de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dabûn bên bibîranîn û starta 25'ê Mijdarê bi daxuyaniyekê bê dayîn. 
 
17 -19'ê Mijdarê: Li navçeyên Kolik û Şemîzînanê serdana malbatan bê kirin, belavkirina qurnefîl û belavokan bê kirin. Ziyareta jinên kedkarên tekstîlê bê kirin. Serdana esnafên jin bê kirin û ji girtîgehan re qert bên şandin. 
 
20'ê Mijdarê: Wê fîlmê ku diyariyê Gulistan Dokû û Denîz Poyraz bê kirin bê nîşandan. 
 
21'ê Mijdarê: Bi mijara "Jin û Tundî" panel bê lidarxistin.
 
ŞIRNEX
 
13'ê Mijdarê: Li navenda Şirnexê dê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê bikin.
 
15'ê Mijdarê: Li navçeya Qilebanê dê panela li ser jin û şîdetê bê lidarxistin.
 
17'ê Mijdarê: Li Elkê dê çalakiya firandina balonan li dar bikeve
.
20-23'yê Mijdarê: Dê çalakiya pêlavan çêbe û navnîşanên jinên hatine qetilkirin, bên xwendin. Li Hezexê dê çalakiya "Zincîra Mor" bê lidarxistin.
 
RIHA
 
15'ê Mijdarê: Balonên mor ên bi navên jinên qetilkirî li ser in dê bên firandin û ji çalakiyên 25'ê Mijdarê bidin destpêkirin.
 
24-25'ê Mijdarê: Tevî Platforma Jinan a Rihayê dê Emîne Şenyaşar bê ziyaretkirin. Li gel Platforma Jinan a Rihayê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.
 
DÊRSIM - MÊRDÎN - COLEMÊRG
 
19-20-21'ê Mijdarê: Pêşangeha vekirî ya wêne û çîrokên jinên li Dêrsimê hatine qetilkirin, dê çêbe.
 
15'ê Mijdarê: Bi daxuyaniya çapemeniyê dê çalakiyên 25'ê Mijdarê li Mêrdînê dest pê bikin.
 
17'ê Mijdarê: Ji bo jinên êzidî yên hatine qetilkirin, dê li gundê  êzidiayn Bacinê yê navçeya Mîdyad a Mêrdînê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin.
 
18'ê Mijdarê: Li navçeya Sitewrê ya Mêrdînê li taxa Gundikê Bermanê bi tevlêbûna dengbêjên jin dê civîna jinan bê lidarxistin. 
 
19-20-22-23-24'ê Mijdarê: Li navçeya Şemrex a Mêrdînê civîna jinan dê bê lidarxistin. Li taxa Curnîk a navçeya Artûklû dê civîna jinan bê lidarxistin. Jinên li TOKÎ’yê dijîn dê li navçeya Nisêbînê bên cem hev. Dê civîn li taxên gundewarên navçeya Dêrikê werin lidarxistin. Dê li Taxa Zeytûna civîna jinan bê lidarxistin.
 
25'ê Mijdarê: Li navçeya Omerlî ya Mêrdînê dê li Taxa Denîz Poyraz (Tavuklu) meşa fînalê bê lidarxistin.
 
20'ê Mijdarê: Li Colemêrgê ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet, bi taybet polîtîkayên îstîsmara zayendî ya li hember zarokan û tecawiza li hember jinan a li bajarên herêmê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.
 
EDENE-MÊRSÎN-HATAY
 
15'ê Mijdarê: Bi daxuyaniyeke çapemeniyê dê çalakiyên li Edene û Mêrsînê dest pê bikin.
 
19'ê Mijdarê: Li taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Tarsûsê dê li qada vekirî civîna jinan bê lidarxistin.
 
20'ê Mijdarê: Têkildarî 25'ê Mijdarê dê li Hatayê panelek bê lidarxistin.
 
21'ê Mijdarê: Wek Meclisa Jinan a Hatayê, dê li taxa Dortyolê bi beşdariya ji hemû navçeyan civîna jinan bê lidarxistin.
 
ÎZMÎR - DENIZLÎ-MUGLA
 
18'ê Mijdarê: Ji bo bîranîna Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bi beşdariya ji navçeyên derdorê civîneke çapemeniyê ya girseyî bê lidarxistin.
 
21'ê Mijdarê: Li Denizliyê bi rojeva zêdebûna tundiya li ser jinan û çareseriyan, dê jin werin cem hev û piştre jî sînevîzyon bê nişandan.
 
22'yê Mijdarê: Li navçeya Bodrûmê dê komxebateke bi navê ‘Cureyên şîdetê û rêbazên çareseriyê’ bê lidarxistin.
 
25'ê Mijdarê: Wê forûma 'şîdeta psîkolojîk, aborî, zayendî û dewletê û rêbazên çareseriyê' bê lidarxistin.
 
ENQERE-KONYA
 
23'yê Mijdarê: Li meclisê dê civîna Koma Jinan bê lidarxistin û hevseroka giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan lê biaxive.
 
23'yê Mijdarê: Li Konyayê civîna komê ya Meclisa Jinan a Bajêr dê pêk were.
 
STENBOL-KOCAELÎ-BURSA
 
14'ê Mijdarê: Têkildarî 25'ê Mijdarê dê li 3 herêman panel bên lidarxistin.
 
24'ê Mijdarê: Li Kocaeliyê dê panelek têkildarî şîdeta li ser jinan bê lidarxistin. 
 
21'ê Mijdarê: Li navçeya Yildirimlarê ya Bursayê dê panelek li ser şîdeta li ser jinan bê lidarxistin."