Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin

  • jin
  • 16:49 15 Mijdar 2021
  • |
img
WAN - Hat diyarkirin ku Fezîle A. ya bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû û mirina wê weke "întihar" derbasî qeydan bûbû, beriya jiyana xwe ji dest bide tundî lê hatiye kirin. 
 
Di 13'ê mijdarê de li navçeya Bêgirî ya Wanê, jina bi navê Fezîle A. (40) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Fezîle rakiribûn Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Wanê û di rapora otopsiyê ya vê navendê de sedema mirina wê weke "întihar" hatibû nîşandan.  
 
Hevjînê Fezîle, Azamet A. ku piştî bûyerê hatibû binçavkirin jî îro piştî bidawîbûna kirariyên îfadeyên xwe hat berdan.  
 
BERIYA MIRINÊ TUNDÎ LÊ HATIYE KIRIN
 
Hat diyarkirin ku bi awayekî sîstematîk Azamet A. tundî Fezîle kiriye û ji ber vê tundiyê gelek caran li stargeha jinan hatiye bicihkirin. Lê bi navbeynkariya mezin malbatê ji stargehê hatiye derxistin û vegeriya mala ku her tundî lê hatiye kirin. Hat hînbûn ku rojek beriya ku bimire jî tundî li Fezîle A. hatiye kirin.